ŞIRNEX - Qeymeqamê berê yê Elkê Kadîr Guntepe ku niha ji Cemaeta Gulen girtiye, bi heqaretên li Parlamenterên HDP’ê yên li ser hesabên twîttera POH û JOH parve digirin ku ket rojevê, bi KHK’a nû ji kar hat avêtin.
Di çarçoveya pêkanînên OHAL’ê de, bi 2 KHK’ê hêjara 695 û 696 ku hatin weşandin de gelek karkerên çemawerî ji kar hatin avêtin. Di dinava kesên hatin îhraç kirin de, qeymeqanê berê yê navçeya Elkê ya Şirnexê û Şêwirmendê Hiqûqî yê Waliyê Xerbetê Kadîr Guntepe ku di 1’ê Sibata 2017’an de bi hinceta “Rêxistina Terorê ya Fetullahçî/Avakirina Dewletek Paralel(FETO/PYD)” hat binçavkirin û girtin jî, hebû.
DERBARÊ GUNTEPE DE
Guntepe, di dema li Elkê qeymeqamtî dikir, bi parvekirinên xwe yên di hesabên twîttera POH û JOH de, ket rojevê. Guntepe di parvekirinên xwe de tim ji parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (DHP) re heqaret dikirin û li dijî Parlamenterê HDP’ê Ferhat Encu jî gotibû ku “Ka li min mêze bike wekîlê bêteşe! Tuyê wê peyamê çipeçip jêbibî! Ne ku tu, xwedayê we jî we re ez dest ji têkoşîna xwe bernadin!”
ERDOGAN ELEQEYEK ‘TAYBET’ NÎŞAN DABÛ
Berî Guntepe bê girtin, ji aliyê wezîrên hikûmetê û derdorên wan ve mîna “Qehreman” hatibû nîşandan. Serokomar Recep Tayyîp Erdogan di 27’ê Çileya 2016’an de, di civîna qeymeqaman de eleqeyek taybet nîşanî Guntepe dabû û ev yek ji ber çavan nereviya bû.