Yuksekdag: Polîtîkayên AKP'ê riziya ye

  • jin
  • 11:47 24 Kanûn 2017
  • |
img
ENQERE - Hevseroka  Giştî ya HDP'ê ya berê ku niha girtî ye Figen Yuksekdag, bi riya nameyê geşedanên rojevê û pêvajoya OHAL'ê nirxand. Yuksekdag, anî ziman ku polîtîkayên AKP'ê riziya ye û bi darê OHAL'ê yê riziya ye hewl dide xwe li ser piyan bihêle. 
 
Hevseroka Giştî ya HDP'ê ya berê Fîgen Yuksekdag ku wekîltiya wê hat betalkirin bi riya nameyekê, têkildarî rewşa dawî û OHAL'ê ji girtîgeha Tîpa F a Kandira pirsên Ajansa me ya Mezopotamyayê (MA) bersivand. Yuksekdag, bal kişand ser biryara AYM’ê ya salek şûnde der barê wekîlên HDP'ê yên girti de da û wiha got: "Ev biryar nayê qebûlkirin. Ev biryar ji bultena Beştepe ne cudatir e. Hilbijartina pêşwext beyî şert û mercên niha li ber çavan bên girtin tê niqaşkirin. Di van şertan de hilbijartina mixtaran jî ne diyarker e." 
 
OHAL DAREKÎ RIZÎ YE 
 
Yuksekdag, anî ziman ku piştî ew hatin girtin krîza fermî kûr bû û wiha got: "Hêzên serdest bi taybetî îktîdara AKP- Sarayê  iktidarının ket nava krîzek kûr. Hem ew ket nava krîzê û hem hemû beşên civakê xist nava krîzê. Xwestin li meclîsê û di siyaseta navendî de nîzama muessesê ava bikin. Li şûna bigêjin xeyalên xwe dijberi vê yekê ligel xwe, hemû saziyên dewletê jî xistin nava kirîzê. Yek ji amûrê zorê yê Krizê OHAL xistin meriyetê. Ji bo karibin krîzê bi rêve bibin amûra zorê OHAL ilan kirin. Lê OHAL ne darê ku neyê şikandin e. Darekî rizî ye. Di nava salekê de bi hezaran endam û rêveberên partiya me girtin. Hêvî kirin ku di refê me de belavkirinê çêkin û gavan paşve bidin avêtin. Lê dijberî vê yekê berteka li derve hat pêşandan, biryara siyaseta demokratîk bêtir xurt kir. Tevî hemû êrîşan partiya herî zêde li dijî AKP-Qesrê bû muxalif û helwestek xurt nîşan da dîsa HDP ye. Ji girtina wekilên HDP’ê û xistina wekîltiya wan ne tenê AKP hemû partiyên li meclîsê berpirsiyarê vê yekê ne. Di 4'ê Mijdarê de li Meclîsê darbeya siyasî pêk hat. Li dijî memû wekilên me lêpirsîn hat destpêkirin û fezleke hat amadekirin. Ji bo meclîsê bikin çiftlika qesrê ketine nava hewldanan."  
 
TIŞTA BI SERÊ ME DE HAT FAŞÎZM E 
 
Yuksekdag, anî ziman ku tişta bi serê wan de hat faşîzm bi xwe ye û wiha got: "Dizê ku nikare krasekî ji diziya xwe re peyda bike ye. Li hemberî vê yekê tenê çare berxwedana demokratîk e. Me jî wekî çare serî li rêya berxwedana demokratîk da. Di wê demê de pirsgirêka berxwedanê tune bû. Pirsgirêk piştî em dîl hatin girtin valahiya li pişt me derket, bi qasî dihat xwestin têr nehat dije kirin. Me partî li gorî vê yekê amade nekir. Dema ez li pişt xwe dinerim ez xwe yekser ji vê yekê berpirsiyar dibînim. Lê ji ber ku HDP partiyek bi kok a têkoşînê ye, ji van êrişan hindik bi bandor bû. Yên ku salek berê bi hêrs û nifrînek mezin em girtin û avê tin girtîgehan, bi ser neketin û hêj di nava tirsek mezin de ne. Hêj bêzar û di nava taswasê dene. Ji ber ku em heq in ew neheq in. 
 
POLÎTÎKAYÊN AKP/MHP'Ê TEV PÛÇ BÛN
 
Yuksekdag, bal kişand ser geşedanên siyasî yên sala 2017'an û wiha pêde çû: "Di sala 2017'an de referandum pêk hat û vîna "Na" derket pêş. Dîsa li dijî vîna jinê erîşên pir mezin pêk hatin û li hemberî van êrîşan berxwedanek pir mezin derket holê. Rewşa koalîsyona Qesr/AKP/MHP'ê li holê ye. Hemû polîtîkayên wan ên hundir û derve têk çûn. Bi şer û OHAL'ê negihiştin armanca xwe û planên wan bi ser neket. Stûna ku êdî AKP'ê bide ser pişta xwe tune. Lê dawiya dawî ew stûn dê bişkê. Êdî dozên Zarrab û Grava Manê bêhna genî ya rizîbûna wan nîşan dide. Êdî nikarin vê rizîbûna xwe veşêrin û riza ye. Di vê pêvajoya ku êdî hemû polîtîkayên AKP-MHP û Qesrê riza ne de divê HDP bi bername û pratîka xwe bêtir xwe xurt bike û îspat bike. Ji bo ji bo pêşeroja hevpar a Tirkiye hêza xwe ya alternatifê pêş bixe. Ev şert û merc hene. Hemû geşedanên pêş dikevin di lehê HDP'ê de pêş dikevin. Ji ber ku her diçe îktîdar dirize. Her ku dirize zorê li şer, kaos û kirîzê dike.  Îktîdara ku jeopolitika xwe înkar dike, bi daxwazên demokratîk ên gelên Kurdistan, Mezopotamya û Tirkiye re di nava şer de ye."  
 
LI GIRTÎGEHÊ JÎ SALEK BI TEVGER BÛ
 
Yuksekdag, salek xwe ya li girtîgehê derbas kir jî nirxand û wiha got: "Ji bo min nebû qada înzîvayê. Bêtir bi doz, geşededanên siyasî û têkoşîna li dijî zextên bi OHAL'ê li ser girtiyan derbas bû. Ji bo me bû salek bi tevger. Li girtîgehê jî liv û tevger, têkoşîn qet kêm nebû. 
Ger ku ez tecrîda 3 mehan nexim nav, 24 saetan bi bi jinên cuda re bi hevre bûn. Niha em 3 jinên siyasetmedar di heman qadê de dimînin. Her çend sînor û astengî hebin jî em bi jinên din re di nava hevpariyê dene. Ligel me jinên 20-22 sal ceza xwarine hene. Lê her roj wekî ku jiyanek nû biafirînin bi coş û kelecan in. Xuya dike ku dîrayet û zarafet tenê bi jinan dibe yek. Ev yek bi xwe re xweşikî û bedewiyek mezin ava dike. Hêzek ku neye şikandin ava dike. Dema ez 3 mehan hatim tecrîdkirin min kuliyekî ku ket hewşê xwedî kir. Min bi wî re hevaltî kir. Min av û xwarina wî da wî û ji bo nekeve bin bandora sermayê min ew xist hundir. Demekê ji bo têkeve hundir xwe li camê dida, lê piştî min ferq kir ku ji sermayê direve min derî lê vekir û ew xist hundir, lê wê rojê mir." 
 
XWESTIN EWIL NÛNERTIYÊ DARBE BIKIN
 
Yuksekdag bal kişand ser xistina parlamenteriya xwe û wiha got: "Ji bo ku ez nûnertê pergala hevserokatiya giştî û nûnerê jinê bûm ewil ji min de dest pê kirin. Bi vê yekê xwestin êrîşî nûnertiya jinê bikin. Xwestin peyama ku partiya me sînorê demokrasiyê û nûnertiya jinê paşve bikişîne. xwestin vê serdema ku nûnertiya jina demokratîk derdikeve pêş bigirin. Ev êrîş hêj didomin. Lê ev polîtîka wan jî pûç derket. 
Niha wekîltiya 5 parlamenterên HDP'ê hat xistin. 4 ji van wekîlan jin in. Wekîltiya Berdevka Meclîsa Jinan a partiya me Besime Konca xistin. Li vir jî xuya dike berî her tiştî êrîşî nûnertiya jinê dikin." 
 
BIRYARA AYM'Ê BI MUDAXALEYA ERDOGAN HAT ASTENGKIRIN
 
Yuksekdag bal kişand ser biryara AYM'ê ku salek şûnde ji bo wan da û wiha got: "Em dizanin ku ev biryar bi mudaxaleya Erdogan bi xwe hatiye astengkirin. Biryara salek şunde ji bultena Beştepe ne cudatir e. Em ne li bendê bûn ku AYM ew qas girêdayî Qesrê be û qet vîna wê tune be. "
 
Yuksekdag, bal kişand ser berdana wekîl û rêveberên HDP'ê yên girtî û wiha got: "Ev girêdayî têkoşîna demokrasî û azadiyê ye. Çiqas tekoşîna demokrasiyê xurt bibe û pêş bikeve azadî û berdana wekîl û rêveberan jî ew qas pêkan e. 
 
Yuksekdag, bal kişand ser kongreya giştî ya HDP'ê û destnîşan kir ku ew bawer dike ku kongreyek bi hêz derbas bibe. Yuksekdag, da zanin ku vê yekê di kongreyên bajar û navçeyan de dibînin û dît ku li qadên hatin valakirin ji nûve rêveberiyên wan bi awayeki xurttir hatin avakirin. 
 
Yuksekdag, bal kişand ser rewşa OHAL'ê û wiha got: " Heta ku tekoşînek bi hêz, hevpar, domdar li dijî OHAL’ê pêş nekeve dê rêveberiya mutlak û yekperest hebûna xwe berdewam bike û xwest her kes li diji vê yekê têkoşînek xurt, hevpar û domdar bimeşîne. Hêza ku li dijî vê yekê têbikoşe û muxalefetê bike HDP ye. Ji ber ku hêza potansiyel û navendê muhalefetê HDP ye. Li Tirkiye CHP û HDP partiyên duyemîn û sêyemîn ên muxalif in. Ji ber vê yekê rolek mezin dikevin ser CHP û HDP'ê. Potansiyela îtîfaqa gelan a muxalif heye." 
 
MA / Hayri Demir

Sernavên din

25/12/2017
10:28 Nîqaşa Kurdan: Yekîtiya neteweyî wek nan û avê ferz e
10:10 ÎHD: 360 hezar mirov di bin gefan dene
09:58 Gevera ku Erdogan rakiriye ser piyan!
09:23 Ji dîdariya kurd: Daxwazî yekîtiya neteweyî ye
09:22 Turk: Bi kincên yek rengî dixwazin kurdan terbiye bikin
09:10 'Divê li dijî tecrîdê berxwedan pêş bikeve'
09:09 Hejmara zarokên girtî zêde dibe
09:09 Fezleke ji bo Pîr ê Serok û Şaredarê AKP'î rexne kir amade kirin
09:08 ‘Şidet zarokan di warê ruhî de têk dibe’
09:07 Rojê 10 saetan dixebitin, 80 TL qezenc dikin
09:00 ROJEVA 25'Ê KANÛNA 2017'AN
08:26 Şermezarkirina HES’an jî qedexe kirin
24/12/2017
23:47 Cenazeyê rojnameger Rizgar Adanmiş bi girseyî li Mexmûrê defin kirin
19:59 Konferansa ‘An azadî an azadî' bi dawî bû
19:40 Ji bo yekîtiya neteweya kurd Koma xebatê ava kirin
19:11 Demîrtaş: Ger ku cilên yek tîp bidin me em dê bavêjin çopê
18:45 Rojnameger Abdullah Kaya hat girtin
18:16 ÎHD'ê li Goristana Xerzanê lêkolîn pêk anî
17:39 10 girtî ji Edîrneyê sirgûnî Tarsusê kirin
17:13 Kemalbay: Xirabkirina goran û derxistina cenazeyan hişmendiya Îsraîlê ye
16:59 Parêzer Kanar: ‘Kincên yek tîp’ înfaza faşîzt e
16:57 Hemû cîhan Guantanamoyê zane
16:49 HDP: Dixwazin cilên yek reng li gelan bikin
15:29 Anter ê bi KHK'ê hat îxrackirin: Dewleta kûr hêj li ser kar e
15:15 Beştaş: Pergala 'Cilên yek reng' dijî wijdanê ye
15:07 Beko: Biryara kadrobûna karkerên taşeron li dijî zagonê ye
15:00 Umut hêj hişyar nebûye
14:59 Di çalakiya 411 e rojî de: 5 kes hatin binçavkirin
14:56 Jinên li Girtîgeha Bakirkoy tecrîd şermezar kirin
14:55 Cenazeyê Şehîd Rizgar ji deriyê Sêmalka hate girtin
14:10 2 ciwan li Cizîrê hatin binçavkirin
14:06 Kaplan: Li gorî KHK'ê ji diz, îşkencekar û tecawizkaran re 'Yek tîp' tune
13:26 Kurd pêvajoyê niqaş dikin
Turk: Dem dema bilindkirina têkoşînê ye
12:48 Berteka li dijî cilên yek tîp: Îşkenceyê rewa dikin
12:17 Qeymeqam Guntepe ku ‘lehêngê' demekê bû, îhraç kirin
12:12 Jina rastî êrîşa zayendî hat: Tu kesan piştgirî neda min
12:12 Wêneyên Goristana Xerzanê ya ku 267 cenaze jê hatin derxistin
11:47 Yuksekdag: Polîtîkayên AKP'ê riziya ye
11:45 Nivîskar Oktay bi dizî sewqî Tokatê kirin
10:58 Cenazeyê Adanmiş ji Qamişlo şandin Mexmûrê
10:56 Onur Hamzaoglu: 2017 serkeftineke ku me tema wê negirtî bû
10:49 Li Yemenê êrîş: 25 kuştî
10:11 Xeta sor a jinên kurd: Yekitiya neteweyî ye
09:38 Xwezaya Midyadê wêran dikin
09:25 HDP dixwaze di 11'ê Sibatê de Enqereyê bihejîne
09:24 Girtiyê du milên wî hatine jêkirin di hucreyê de ye
09:23 Sabikaya wan paqij e, lê destûra vegera kar tune ye!
09:22 Xizmên windayan: Hîn em li bende bûn em hestiyên xwe bibinin…
09:21 Hevalên Tutuncuyê: Ji bo kesek dn jî kêm nebe…
09:21 Ji ber operasyonên leşkerî 150 malan 18 mal tenê li gund man
09:20 ‘Xwestin li Manîsayê HDP’ê tasfiye bikin, lê bi ser neketin’
09:19 Rewşa girtiyên ku 54 roj in di greva birçîbûnê de ne krîtîk e
09:18 Dîmen bi mercekê hatin temaşekirin, bi guleya kesê li ber TOMA’yê birîndar dibe
09:01 ROJEVA 24'Ê KANÛNA 2017'AN
07:54 2 KHK'yên nû: Cilên yek tîp û kadroyên taşeron xistin meriyetê
23/12/2017
23:32 KESK'ê 22'yemîn salvegera damezrandina xwe pîroz kir
18:43 Rojnameger Seda Taşkin hat berdan
17:46 Kizilkaya ê ajansa me rastiya wî aşkere kir doza tazmînatê vekir
17:34 Platforma Yekîtiya Jinên Kurd ava kirin
16:58 Jinên HDP'î li Antalyayê hatin gel hev
16:48 Li dijî derxistina cenazeyên li Goristana Xerzan gilî kir
16:42 Rojnameger Taşkin derxistin dozgeriyê
16:30 Ji bo Adanmiş li Stenbolê tazî hat danîn
16:23 300 hefteye daxwazên 'Rûniştina F' nehat guhertin
16:11 'Kesên her roj behsa Fîlîstînê dikin cenazeyan ji goristana direvînin'
16:10 Komkujiya Mereşê li Mamakê şermezar kirin
15:34 Konferansa 'Ya azadî ya azadî': Hevgirtina jinan şert e
15:33 Seyran Demîr: Ez rastî tundiya gardiyan û leşkeran hatim
14:57 Xizmên windayan: Ji miriyan re jî hurmeta we tune
14:53 Birayê Winda: Heta kengî?
14:31 ‘Dê di navenda pêvajoya çareseriyê ya li Soçiyê de kurd cih bigirin’
14:30 Îdîaya‘goristanê dikolin’ gundî rakirin serhildanê
14:03 231 rojan îşkence kirin û piştre kuştin
13:48 Tu çima çû mala Sîsê?
13:12 Demîrtaş: Dereng an jî zû dê hesab ji rejîma Erdogan û AKP'ê bê pirsîn
13:11 TJA: AKP êrîşî nirxên pîroz dike
12:47 Rewşa Girtîgehên Çukurova vegot: Lêgerîna tazî didome
12:23 Banga jinên kurd: Em hêza xwe bi yên din re mezin bikin
12:18 Girtiyê nexweş di dema sewqê de krîza dil derbas kir
12:09 Çûna cerdevanan a kongreya AKP'ê wekî peyvîr nîşandan
11:53 Tevgera Azadî xwest hemû mûxalif kom bibin
11:52 Fermandara Kurd a li cihanê belav bû: Fata Reş
11:46 Azadiya 9 rojan: Ferhan Turk dîsa girtin
11:05 Welatiyên Samandagê bertek nîşanî civîna ‘Eşîran' dan
11:04 Bakir: Sînemaya kurd astengî buhirandin
11:03 Prz. Demîrbag: Biryara dadgehê ‘îdîanameya torbe' piştrast kir
10:34 Berxwedana zarokên Êzidî
10:10 Yildirim: QSD, dest bi xebatê Kongreya Diyalogê ya Neteweyî ya Sûriyeyê kir
10:09 Dozger ji 3 rojnamegeran 39 sal ceza xwest
09:21 Dê avahiyên Kirklar Daxiyê xera bikin
09:20 Meaşê tuneyî qut kirin
09:19 Ji bo pisîkan berf û baranê nas nake
09:19 112 parlamenterên AKP’ê çima neaxivîn?
09:18 Şideta polîsan kêlî bi kêlî hat qeyd kirin
09:17 Gundên di kontrola rejîmê de, alîkarî ji Kantona Qamişloyê xwest
09:16 Qadên SÎT'ê yên Îzmîrê ji parastinê derxistin
09:00 ROJEVA 23'YÊ KANÛNA 2017'AN
22/12/2017
22:43 Mînîbusa penaber vediguhastin qeza kir: 33 kes birîndar bûn
22:33 Li Colemêrgê 31 herêm hatin qedexekirin
21:14 Serlêdana malbatan a ji bo hevdîtinê dîsa hat redkirin