AMED - Şaîr û nivîskar Seyît Oktay ê 24 salin girtiye, ji Girtîgeha Tîpa T a Wanê sewqî Girtîgeha Tîpa T a Tokatê kirin. Oktay wiha got: “Me xwest çend salên xwe yên dayî li welatê xwe Wanê derbas bikin. Lê ew jî ji bo me pir dîtin. Em çi bêjin xwedî zilma wan zêdetir bike!”
Şaîr û Nivîskar Sayît Oktay ê 24 salin girtiye, ji Girtîgeha Tîpa T a Wanê sewqî Girtîgeha Tîpa T a Tokanê kirin. Bêyî ku agahî bidin xizmên Oktay, bi girtiyek din re berî 2 heftan sîrgûn kirin. Oktay, di nameya şand de, diyar kir ku bi polîtîkayên sîrgûnê hewl didin malbatan ceza bikin.
'MALBAT TÊN CEZAKIRIN’
Oktay, di nameya xwe de wiha got: “Bi vê çûyînê, bajarekê ku me nebinê namîne. Me got çend salên xwe yên dawî li welatê xwe Wanê derbas bikin, lê ew jî ji bo me pir dîtin. Em çi bêjin xwedî zilma wan zêdetir bike! Ji xwe ya xerab jî hişmendiya ji bajarekê sîrgûnê bajareke din kirin. Bi van rêbazan, ji me zêdetir malbatan ceza dikin û hêrzê zêdetir dikin. Nexwe girtîgeh li heman cihê girtîgehe, rengê dîwar, celeb û hewa tên guhertin, weke din zindan zindane.”