ÎZMÎR – Dîmenên TOMA’yên der barê kuştina Ekrem Kaceroglû ku li Îzmîrê bi çekê hat birîndarkirin û paşê hat lînçkirin, bi mercekê hatin temaşekirin. Di dîmenan de kifş dibe ku bersûc Reşît Aktaş li pêş TOMA’yê çekê bera Kaceroglû dide.
Li Taxa Doganlar a navçeya Bornova ya Îzmîrê, di dema çalakiyên Kobaniyê yên 6-8’ê Cotmehê de Ekrem Kaceroglû bi çekê hatibû birîndarkirin û paşê hatibû lînçkirin û kuştin. Di danişîna dawîn a doza Kaceroglû de parêzeran û malbatê doza girtina bersûcan û ji nû ev amadekarina rapora pêzaniyê kiribûn, lê belê ev daxwaz hatibûn redkirin. Dîmenên di dosyeya Kaceroglû de cih digirtin, vê carê ji aliyê parêzeran ve bi mercekê hatin temaşekirin. Wêneyên van dîmenên bi mercekê hatin temaşekirin jî hatin wergirtin û di dîmenan de kifş dibe ku bersûc Reşît Aktaş li ber TOMA’yê guleyê berdide Kaceroglû. Li ser vê parêzeran balê kişand ser kêmasiyên herdu raporên pêzaniyên yên hatibûn amadekirin û îtiraz kirin.
ÇOK ŞIKANDIYE, NÎŞAN GIRTIYE Û BERDIDE
Di dîmenên kameraya CAM’a Jimare 1 a CD-1’ê yên TOMA-10’ê de, dixuyê ku li Kuçeya 1513’an komeke ku ji bo êrîşî kesên destekê didin çalakiya Kobaniyê bikin heye û di nav vê komê de mirovên di dest wan de çek, kevir û dar jî hene. Di dîmenan de dixuyê ku Reşît Aktaşê ku di îfadeya xwe ya berê de derpêşkiribû ku ew bi TOMA’yê re hatiye cihê bûyerê û gule bera hewayê dane, ji nav erdê beyar ê li serê kuçeyê tê û tev li nav qelebalixê dibe. Di saniyeya 01.46.41’ê de, li Kuçeya 1513’an Aktaş li pêş TOMA 10’ê ye û di dest wî de çifte, di stuyê wî de atlêtekî spî, ser wî tazî ye, çokên xwe şikandine û bi awayekî ku nîşana kesekî digire sekiniye û bi awayekî berwarî carekê berdide. Di saniyeya 01.46.57’an de jî yanî piştî 16 saniyeyan şûn de li Kuçeya 1513’an Kaceroglû bi awayekî birîndar dixuyê.
Piştî rapora pêzaniyê ya di 5’ê Cotmeha 2017’an de hat amadekirin û keşfa heyeta dadgehê ya di 24’ê Mijdarê de li cihê bûyerê kir, di 4’ê Kanûna 2017’an de jî raporeke pêzaniyê hat amadekirin. Lê belê malbata Kaceroglû û parêzerên malbatê îtirazî vê raporê kirin. Parêzeran di daxwaznameya îtirazê de balê kişand ser kêmasî û şaşiyên raporên pêzaniyê û xwestin dîmen di Laboratûvara Krîmînal a Cendirmeyan de bên lêkolînkirin, başkirin û heyeta dadgehê jî dev ji biryara xwe ya redkirinê berde.
MA / Ahmet Kanbal – Ruken Demir