*Dîmenên TOMA’yên der barê kuştina Ekrem Kaceroglû ku li Îzmîrê bi çekê hat birîndarkirin û paşê hat lînçkirin, bi mercekê hatin temaşekirin. Di dîmenan de kifş dibe ku bersûc Reşît Aktaş li pêş TOMA’yê çekê bera Kaceroglû dide.
* Hevseroka Giştî ya HDP'ê ya berê ku niha girtî ye Figen Yuksekdag, bi riya nameyê geşedanên rojevê û pêvajoya OHAL'ê nirxand.
*Çalakiya greva birçîbûnê ya li Girtîgeha Tîpa T a Xarpêtê ji aliyê girtiyên jin ve hat destpêkirin di roja 54’an de ye. Rewşa tenduristiyê ya girtiyên ku vîtamînê wernagirin di asteke krîtîk de ye.
*Parlementera HDP’ê Ayşe Acar Başaran ku li Manîsayê danişîna yekemîn a doza 138 HDP’iyên tên darizandin temaşe kir, destnîşan kir ku dadgehê xwestiye serketina 7’ê Hezîranê ya HDP’ê bidarizîne û wiha got: “Xwestin li Manîsayê HDP’ê tasfiye bikin, lê bi ser neketin.”
*Li Colemêrga ku operasyonên leşkeri zêde bûne, gundî neçar dimînin koçber bibin. Li gund Şumunîsê yê 150 mal lê hene, 132 malbat koç kirin. 18 malên li gund mane jî ji ber şert û mercên zivistanê rojên zor û zehmet derbas dikin.
*Hevalên Zulal Tutuncu ya li Bornovayê ji aliyê Gunhan Ozturk ve hat kuştin, bertek nîşanî zimanê hin saziyên çapemeniyê dan û diyar kirin ku berpirsiyarê kuştina Tutuncuyê polîtîkayên serdestiya mêrî yên hikûmetê ne.
*Xizmên windayan bertek nîşanî rûxandina Goristana Bedlîsê û derxistina cenazeyan dan û wiha gotin: “Em li hestiyên xwe digerin, lê dema em wan dibînin jî tên wan derdixin.”
*Li Şirnexê doza 58 kesên ku ji aliyê qeyûm ve ji kar hatibûn avêtin û ji bo vegerin ser karên xwe vekiribûn, bi hinceta “têkiliya wan bi rêxistinê re heye” bi awayekî neyînî hatin biencamkirin. Hevseroka Şaxa Sendîkaya Genel-Îş’ê ya Şirnexê Zeynep Îdîn, destnîşan kir ku sapikaya karkerên ku daxwazên wan hatin redkirin paqij e.
* Li Girtîgeha Tîpa R a Menemenê, girtiyê nexweş Ergîn Aktaş ê her du milên wî tune ne, di hucreyê de tê girtin. Bav Aktaş, diyar kir ku ên ku kurê wî xistine hucreyê, gelo dikarin rojekê jî bê mil bijîn?
*Dîroka Kongreya Mezin a Asayî ya 3'yemîn a HDP'ê diyar bû. Tê payîn ku dê di 11'ê Sibatê de bi beşdariya 25 hezar kesî kongre bê lidarxistin û li her derî ji bo kongreyê seferberî hat îlankirin.
*Di çarçoveya nîqaşên Yekitiya Neteweyî de, hevdîtina “Kurd pêvajoyê nîqaş dikin” dê li Otela Demîr a Amedê bê lidarxistin. (10:00)
* Piştevaniya Mor, konferansa bi şîara “An azad an azadî” di roja 2’yemîn de li Mala Gonullu ya Kadikoyê dê berdewam bike. (11.00)
*Platforma Maf û Edaletê, encama lêkoşîna 2 mehan a têkildarî pêvajoya OHAL’ê ya di 20’yê Tîrmeha 2016’an de hat îlankirin, bandorên wê yên aborî, derûnî, civakî û hiqûqî yên li ser civakê, li Otela Hîll a Taksîmê di civîna çapemeniyê de ji raya giştî re eşkere bike. (11.00)
* Li avahiya Şaxa Komeleya Çand û Elewiyan a Rihayê, dê bi boneya salvegera Komkujiya Mereşê daxuyanî bê dayîn. (14.00)
* Dê çalakiya "Em karê xwe paşve dixwazin" a Kolana Yukselê ya Enqerê di roja 411'an de berdewam bike. (13.30/18.00)