BEDLÎS - Bavê Dîlan Bîngol Lezgîn Bîngol, têkidarî êrîşa li dijî Goristana Xerzanê ya 267 cenaze derxistin û şandin Stenbolê serî li Dozgeriya Bedlîsê da û gilî kir. Piştî serlêdanê hat fêrbûn ku der barê dosyayê de biryara "Veşartina dosyayê" heye.
Duh li dijî Goristana Xerzan a li gundê Oleka Jor a Tetwana Bedlisê êriş pêk hatibû. Piştre hat diyar kirin ku 267 cenazeyên li goristanê hatine derxistin û şandine Stenbolê. Di operasyona qedexeya derketina kolanan de cenaze ji goristanan derxistin. Hat diyar kirin ku dê cenazeyan bişînin Saziya Tipa Edlî ya Stenbolê. Têkildarî derxistina cenazeyan bavê Dilan Bîngol a cenazeyê wê li goristana Xerzan hatibû definkirin Lezgin Bingol bi riya parêzer serî li Serdozgeriya Komarê ya Bedlisê da û gilî kir.
Dilan Bîngol dema keça xwe defin kir ruhseta definkirinê hebû. Li gel ruhseta gorê hebû dîsa cenazeyê wê derxistin. Têkildarî mijarê hat diyar kirin ku der barê dosyayê de biryara "Veşartinê" heye. Hat diyar kirin ku malbat dê bi riya parêzer roja duşemê daxuyaniyê bide çapemeniyê.