STENBOL - Ji bo nûçegihanê ANHA Rizgar Denîz Adanmiş li Stenbolê tazî hat danîn.
Ji bo nûçegihanê ANHA Rizgar Denîz Adanmiş ku di 12’ê Cotmahê di êrîşa bombeyî ya DAIŞ’ê ya li dijî sivîlên ji Dêra Zorê koç dikin de birînda bû û di 18’ê Kanûnê de jiyana xwe ji dest da, li avahiya HDP’ê ya navçeya Sultangazî ya Stenbolê tazî hat danîn. Taziya ku bavê Adanmiş Mehmet Adanmiş jî beşdar bû de, wêneyên Adanmiş hatin diliqandin. Taziya ku gelek kesan ziyaret kirin, bişî deqeyek rêz girtinê dest pê kir.
Pîrika Adanmiş Bahriye Adanmiş di teziyê de axivî û wiha got: “Ez bi neviyê xwe serbilindim.” Bav Mehmet Adanmiş jî, da zanîn ku ew bi kurê xwe serbilinde û wiha axivî: “Ez ê ji niha de bi çar destan xwedî li biranîna wî derbikevim. Bila serê hemû gelê kurd û Serok Apo saxbe.”
Piştî axaftinan, di taziyê de dua hatin kirin û ziyareta welatiyan a taziyê didome.