STENBOL - Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê bi armanca balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş, di hefteya 300'emîn de çalakiya "Rûniştina F" pêk anî. Komîsyonê diyar kir ku 300 hefte ne daxwaz hêj nehatine guhertin û xwestin girtiyên nexweş bên berdan.
Xizmên girtiyên nexweş û Komîsyona Girtîgehan a ÎHD'ê bi armanca balê bikişînin ser rewşa girtiyên nexweş di hefteya 300'yemin de çalakiya "Rûniştina F" pêk anîn. Rêveberên ÎHD'ê û xizmên girtiyen nexweş dîsa li Qada Galatasarayê kom bûn. daxwazên xwe anîn ziman. Komîsyonê pankarta "300 heftene em dengê girtiyên nexweş in. Em dê her dem bibin dengê wan" vekirin. Dîsa dowîzê "Bila girtiyên nexweş bên berdan" û "Dermankirin maf e, mafê dermankirinê nayê asteng kirin", "Tecrîd dikuje, piştevanî dide jiyandin."
Prz. û Seroka Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê Gulseren Yolerî diyar kir ku mafê girtiyan ê dermankirinê tê binpêkirin û ev raste rast girêdayî mafê jiyanê ye. Yolerî, anî ziman ku li girtîgehan gelek binpêkirinên mafan ên giran hene û helwesta Saziya Tipa Edlîya li hemberî girtiyên nexweş jî rexne kir.
ZÊDETIRÎ HEZAR GIRTÎ NEXWEŞ IN
Vê hefteyê Tuncay Yigit daxuyanî da û wiha got: "Di sala 2000'an li gorî tespîtên ÎHD'ê hêjmara girtiyên nexweş 50-60 kes bûn. Lê niha hezar kes derbas bûne. Ev rewş pir cîddî ye. Di sala 2000'an de tenê 6 Tîpên F hebûn. Lê niha li hemû bajarên welat Tîpên F hatine avakirin. Di bin navê OHAL'ê de zext tundî û îşkence zêde bûye.
DAXWAZ WIHA RÊZ KIRIN
Yîgît anî ziman ku 300 hefte ne daxwazên xwe tînin ziman û hêj daxwazên wan nehatine guhertin û daxwaz heman daxwazin.
Yigit, daxwazên xwe wiha rêz kir:
"* Divê berî her tiştî li gorî peyman û rêgezên mafên mirovan ên navneteweyi tev bigerin û mafê girtiyan li gorî wê bê parastin.
* Divê dawî li polîtîkaye tecrîdê bînin. Divê stantarta jiyanê bê parastin.
* Divê girtî karibin sûdê ji mafê xwe yê tenduristiyê bigirin û karibin bên dermankirin. Divê girtiyên nexweş bên berdan.
* Divê girtiyên nexweş li şûna ringê bi ambulansê bibin nexweşxaneyan.
* Divê saziya Tipa Edlî li gorî pîvanên tenduristiyê tev bigere.
* Divê girtiyên nexweşên giran demek berî demekê bêr berdan.
* Divê dawî li sirgûnan bînin û astengiya ziyareta li pêş malbat û parêzeran rakin."
* Divê îhlalên li girtîgehan bi awayekî çalak bên lêpirsîn.
* Divê der barê girtiyên nexweş yên li girtîgehê jiyana xwe ji dest dan der barê wan de lêpirsîn bê kirin.