ÎZMÎR – Şaxa ÎHD'ê ya Îzmirê di hefteya 412’an de bal kişand ser girtiya Girtîgeha Tarsusê Seyran Demîr a nexweş û xwest demildest serbest bê berdan.
Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Îzmirê ji bo balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş, di hefteya 412’an de li ber avahiya Serokwezîriyê ya Îzmirê daxuyanî da çapemeniyê. Endam û rêveberên HDP'ê jî piştgirî dan çalakiyê. Parazvanên mafên mirovan pankartên li ser "Tipa Edlî ji bo girtiyên nexweş bû îdam, Daraz bû înfaz" û "Hûn bêdeng bimînin dê dor bê we jî" vekirin. Li ser navê komê Rêveberê Şaxa ÎHD'ê ya Îzmirê Ahmet Çiçek daxuyanî da.
Çiçek, anî ziman ku şert û mercên girtîgehê ku tundî zêde bûye ji bo girtiyên nexweş pir gran bûye û wiha got: "Li girtîgehan şertên li dijî mirovahiyê li ser girtiyan ferz dikin. Bi rêk û pêk tecrîda giran li ser girtiyan tê meşandin. Gev şert û mercên giran dibe sedema ku girtiyên nexweş bimirin. Li girtîgeha Jinan a Tarsûsê Seyran Demîr nexweş e. Em dixwazin Demîr ku rewşa wê giran e bi lezgîn bê berhdan.
Demîr di 2006'an de bi nexweşiya lenfê ket. Ji ber şertên maddî nikare derman bibe. Ji ber ku nekarîbû derman bibe nexweşiya wê bûye pençeşêra hestî. Seyran Demir, di sala 2013'an de dîsa hat girtin û şandin Girtîgeha Tîpa E ya Mûşê. Ji ber şert û mercên girtîgehê Seyran Demir di 40 rojan de ji 56 kiloyan daket 30 kiloyan. Di tebaxa 2014’an de hat berdan û li derve hat dermankirin. Di 25'ê Mijdara 2015’an de li Rihayê dîsa hat binçavkirin û rastî îşkenceya zayendî ya polîsan hat. Demir tenduristiya wê ya ruhî û fîzîkî hatiye xerakirin. Dîsa hat girtin û şandin Girtigeha Tîpa E ya Rihayê. 26 rojan di hucreyê de hat girtin. Piştre şandin Girtîgeha Karataş a Jinan a Edeneyê. Li vir bi nexweşiya Losemî ket."
Çîçek xwest Demîr bi lezgîn bê berdan û daxwazên Demîr ên bi nameyê nivîsandibûn parve kir û got: "Tevî ku ez nexweş bûm ez bi maşîna rîngê anîm vê girtîgehê. Di dema sewqê de rastî tundi û îşkenceyê hatim. Ji roja hatim heta niha rastî tundiya leşker û gardiyanan hatim. Ez rastî neheqi û çêrên wan hatim. Zextên tundî û derûniyê li ser min dimeşînin. Ez ji 40 kilo daketim 37 kiloyan."
Çîçek ji bo Demîr bê berdan bang li hestiyariyê kir.