ENQERE - Nivîskar û lêkolîner HAmîde Yîgît di panela TOZ'êde axivî, diyar ki ku di navenda Kongreya Diyalogê ya Neteweyî ya Sûriyeyê de kurd cih bigirin. Bereket Kar jî aşkera kir ku pêşeroja Rojava pêşeroja gelên herêmê diyar dike.
Navenda Fikra Xweser û Lêkolîna Civakî (TOZ) bi sernavê "Li Rojhilata Navîn Bingeha Mafan û Gelan" panelek hat lidarxistin. Panel li salona Tum Bel-Senê hat lidarxistin û rûniştina "Pêşeroja Rojhilata Navîn û Pêşketinên Rojane yên li Rojhilata Navîn" Çagla Karakiş bi rêve bir. Nivîskar û lêkolîner Hamîde Yîgît, Bereket Kar û akademîsyen Muhdan Saglam wekî axarftvan tev li bûn.
Di serê rûniştinê de serokê TOZ'ê Bulent Durukan rûnişt, da zanîn ku TOZ berî demekî ava kirine, li ser pêwîstiyan wan panelek wiha lidarxistiye. Durukan, diyar kir ku ew ji xebatên navendê alîkariyê dixwazin.
‘KÊRÊ ÎRANÊ HAT’
Hamîde Yîgît li ser pêşketinên li Rojhilata Navîn axaftinek kir û da zanîn ku Bihara Ereban destpêkê hêviyek daye gelan, lê piştre veguheriye otorîteya Îslamê û wiha axivî: "Lê ji roj de mudaxaleyê vê guhertinê kirin û berê wê guherandin." Yîgît li ser Libyayê jî sekinî û ev tişt got: "Libyaya azad bû, çolên wê bû goristan." Yîgît da zanîn ku pêvajoyeke wekî wê li Sûriyeyê jî bi pêş ketiye wiha got: "Di armanc girtina Sûriyeyê de polîtîkayên enerjiyê diyarde ye. Li cihê petrolê di serdema nû de gaza xwezayî gelekî balê dikişîne. Li dijî projeyên gaza xwezayî yên DYA û Rûsyayê, welatên Ewropayê xwestin projeya gaza Qatarê bi pêş bixin û li ser Sûriyeyê re dixwazin xwe bigihînin Deryaya Spî û ji bo vê Sûriye kirin armanc."
Yîgît diyar kir ku Tirkiye jî di vê projeyê de cihekî girîng digire û hilbijartina Erdogan a wekî Hevserokê Projeya Rojhilata Navîn a Mezin (BOP) jî bi vê ve girêdayî ye û wiha pê de çû: "Krîza li Qatarê jî bi vê şerê enerjiyê ve girêdayî ye. Ji ber ku Qatarê xwe nêzî Îranê kir, DYA bi ser de çû, piştre Erebistan wekî lîderê herêmê derxist pêş."
‘HEKE TIRKIYE TEV LI NEKIRINA DÊ ŞER DEWAM BIKIRA’
Yîgît got ku li herêmê şerê "asîmetrîk û hevkirîtî" di nava hev de dimeşe û ev "şerekî melezî ye" û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Ev mudaxale bi ser neket. Di şerê reqabetê yê li Sûriyeyê de DYA'yê winda kir û serdestî ji Rûsyayê re hişt. Di civînên Cenevreyê yên di pêşengiya DYA'yê de hatin meşandin tu tişt derneket. Ji xwe diyar bû dê tiştek ji vê dernekeve. Heke hûn hêzeke wekî kurdan ku li herêmê bi pêş dikevin nebin wir, dê tu encam dernekeve. Pêvajoya Astanayê ji ya Cenevreyê buhirand. Ev serdestiya Rûsyayê ya stratejîk e." Yîgît destnîşan kir ku di pêvajoya Astanayê de Heleb hatiye rizgarkirin û hin hêzên cîhadî beyî ku şer bikin çekên xwe danîne û ev tişt got: "Tirkiye wekî mutefîq tev li vê pêvajoyê kirin. Heke Tirkiye tev li nekirana dê şerê li herêmê dirêj bikira." Yîgît lûtkeya Soçiyê jî ji bo çareseriyê gelekî girîng dît û ev nirxandin kir: "Ev hevdîtin piştî hevdîtina bi Esad re bi pêş ket. Vê carê pêvajoyeke ku kurd jî di nav de nin, bi pêş dikeve û ev pêvajoyek rast e."
DI NAVENDA KONGREYÊ DE KURD HENE
Yîgît da zanîn ku di navenda vê pêvajoyê de kurd cih digirin û wiha axivî: "Dê kurd teqes xweseriyê bi dest bixin. BÎLGESAM'ê jî di vê der barê de gotina xwe guhert. Li Sûriyeye pêvajo aliyê berxwedanê ye. Rejîma Sûriyeyê di demên dawî de li dijî kurdan gotina xwe hişk kir û ez ne ji bo kurdan, ji bo vekişandina lekerên DYA'yê ye."
BEREKET KAR: DÊ WEKÎ ROJAVA GELEK FEDERATÎF DERKEVIN HOLÊ
Lêkolînvan Bereket Kar 7 salê şerê li Sûriyeyê nirxand û ev tişt got: "Wekî ku tê îdiakirin BOP neket jiyanê. Dewletên Îsalmî yên li herêmê ji berjewendiyên DYA'yê re xizmet nekirin û ji ber wê rastî mudaxaleyê hatin." Kar der barê Soçî û pêvajoyên çareseriyê yên din de jî ev tişt anî ziman: "Dê rewşa Rojava çi be, hêj nediyariya xwe diparêze. Ji ber ku erebên nijadperest li dijî vê derdikevin. Her du baskên Îsamîn yanî selefî DAIŞ û aliyê Îranê li dijî vê derdikevin. Dê DYA vê yekê bi tena serê xwe neparêze. Kurd jî di ferqa wê de ne û dixwazin bi hêzên li Sûriyeyê re vê yekê çareser bikin." Kar li ser tevliheviya ku Tirkiye derdixe jî axivî û got ku Tirkiye El Nusrayê dixe şer û tevliheviyê derdixe û bi vê peyaman dide.
Muhden Saglam jî anî ziman ku divê enerjiya alternatîf derxin pêş û aşkera kir ku mijara enerjiyê mijara herî spekulasyon e.