NAVENDA NÛÇEYAN - Selahattîn Demîrtaş, diyar kir ku rejîma Erdogan û AKP'ê bi polîtîkaya xwe ya tundî û dijî demokrasiyê, di her qadê de hinekî jî teng dibe û wiha got: "Dereng an jî zû li salona dadgehê jî û li qada siyasetê jî dê hesab bê pirsîn." Demîrtaş ji bo Nuriye û Semîh jî helbesta bi navê "Aç Kaldık Özgürlüklere" (Em Ji Azadiyan Re Birçî Man) nivîsî.
Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş, 14 meh e li Girtîgeha Tîpa F a Edîrneyê girtî ye û bersiv da pirsên Ozlem Akarsu Çelîk a rojnameya Duvarê.
‘EM NEHATIN GIRTIN, DÎL GIRTIN’
Demîrtaş bal kişand ser neanîna doza li Enqereyê û der barê binpêkirinên mafan de, muameleyeke taybet çê bûye an na û ev tişt got: "Wekî girtiyên HDP'î yên din jî sûcdariyên der barê me de bi hemû siyasî ne. Dadgerên ku darizandinê pêk tînin jî vê dizanin. Lê ez 13 meh e derneketime danişînekî jî. Dixwazin vê rezaletê veşêrin. Em nehatin girtin, em dîl girtin.
Demîrtş da zanîn ku yê ku dîroka hilbijartinê diyar bike ne AKP û ne jî Erdogan e, şert û mercin û wiha axivî: "Hevkariya AKP-MHP'ê dema ji bo xwe dema guncav bibîni, dê biçin hilbijartinê. Lê heke vê demê ava nekin dê hemû hîle û xwerdeyan bi pêş bixin. Dê AKP van hemû tiştan kontrol neke, dê der barê hilbijartinan de çi bêje spekulasyonin. Em li cihê van îhtimalan, niha li welat şertên hilbijartinê hene? Tune bin dê têkoşînek çawa bê meşandin? divê em li ser van pirsan rawestin."
‘MHP JI PARTÎBÛNÊ DERKET’
Demîrtaş diyar kir ku MHP partiya herî kok a siyaseta tirk e û wiha pê de çû: "Di 7'ê Hezîranê de Erdotgan-Bahçelî bi hev re deşifre bûn. Bê rêgeziya di îtifaqê de MHP ji partîbûnê derxist. MHP demeke dirêj e ne hevgirtiyê AKP ye, wekî komîsyoneke wê dixebite. MHP'a Bahçelî niha xwedî dengekî sedî 3-4 e. Bendav bikeve sedî 5'an jî dê MHP nikaribe derbas bike. Bahçelî jî di ferqa wê de ye. Ji ber wê jî heta dawiyê bi Erdogan ve girêdayî ye û dixwaze bendavê bixe."
‘DÊ SERWERIYA LI SER DARAZÊ ROJEKÊ RABE…’
Demîrtaş der barê doza Zarrab a li DYA'yê û îdiayên avêtine holê de jî ev tişt got: "Ev îdia gelekî girîngin û di pêvajoya 17-25'ê Kanûnê de li Tirkiyeyê hatibûn rojevê. Ev îdia bi tu awayî nehatin lêpirsînkirin û pêvajoya darizandinê dest pê nekir. Daraza cemaetê jî bi adilane li ser van lêpirsînan nesekinî. Daraza AKP'ê ya ku piştre hat ser kar jî li ser hemû tiştî da girtin. Divê li Tirkiyeyê darazeke serbixwe hebe û pêvajoyeke darizandinê bê destpêkirin. Dê rojekê ev serweriya li ser darazê rabe." Demîrtaş aşkera kir ku doza diziyê ya li DYA'yê tê dîtin bi tu awayî gelê kedkar û mexdûryetên wan dernaxe pêş, tenê ji bo DYA Dewleta TC'ê bikişîne gel xwe, vê polîtîkayê bi pêş dixe.
Demîrtaş belgeyên der barê Grava Manê yên ku CHP'ê weşand û siyaseta ku li ser dimeşîne jî rexne kir û wiha axivî: "Helwesta CHP’ê heta dawî îrrîte ye. Belge sexte ne ne sexte ne ez nizanim. Lê ji xwe muxataban milyon dolaren li Girava Manê hatin qebûl kirin. Dê dozger jî di demeke nêz de biryara bê şopandinê bidin û li ser sûc binixumînin."
AMADEKARIYA ÊRÎŞEKE LI DIJÎ EFRÎNÊ
Demîrtaş bal kişand ser êrîşeke li dijî Efrînê û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Hikumeta AKP û Erdogan demek dirêj e ji polîtîkaya derve qut bûye. Armanca wan ne diyar û ji bingeha xwe qutbûyî û bi vê polîtîkayê Tirkiye bû welatê herî zêde li Rojhilata Navîn windakirî. Li gel wê dijminahiya li dijî kurdan bi pêş dixin û ev ji rûçikê xwe derket. Divê Tirkiye li cijê ku ez ê çawa bikevim Efrînê, divê li ser formulên divê di serî de PYD û hemû hêzên li wir re ez çawa dikarim îttifaqê bi pêş bixim bigere."
Demîrtaş nirxandinên Serokomar Erdogan ên der barê êrîşa leşkerên Îsraîlê û îşkenceya li dijî zarokên Fîlîstînê jî wiha nirxand: "Erdogan êrîşa leşkerên Îsraîlê şermezar dike û xwedî li zarokên Fîlîstînê derdikeve, lê zimandirêjina dayika Berkîn Elvan dike, peykerê Ugur Kaymaz li Qoserê bi desê qeyûm dide rakirin. Der barê êrîşa li dijî zarokên Fîlîstînê de mafdar e, lê heman pratîka wî li vir dertê pêş. Ez ji cidiyeta wî bawer nakim."
Demîrtaş got ku tu partiyên rastgir li Tirkiyeyê nabe hêviya gel û ev tişt anî ziman: "HDP amadekariya kongreyê dike. Dê nexşerêya pêşerojê bi baldarî bê danîn." Demîrtaş der barê partiya baş (ÎYÎ Partî) Meral Akşener de jî ev nirxandin kir: "Dê tu partiyên rastgir li Tirkiyeyê ji bo gel nebin hêvî."
Demîrtaş herî dawî helbesta ji bo Nuriye Gulmen û Semîh Ozakça nivîsî bû parve kir. Helbesta Demîrtaş wiha ye:
"EM JI AZADIYAN RE BIRÇÎ MAN
Birîna dil nayê pêçan
Di kûrahiyê de xwîn dibe û ranaweste
Ka bisekine ez bipêçim, ka bisekine ez bimirim
Ji hezkirinê re guneh nayê nivîsîn
Nayê pirsîn gula min nayê pirsîn
Kesên ber bi mirinê ve direvin nawestin
Birînên te li gel min jan didin
Ji namerdan merhem nayê pirsîn
Hêyv şibakeya şevê ye
Di zindanê de kor e pênakeve
Ka bisekine ez vekim, ka bisekine ez bimirim.
Mirin li bedewê nayê
Nayê pirsîn gula min nayê pirsîn
Kesên ber bi mirinê ve direvin nawestin
Birînên te li gel min jan didin
Ji namerdan merhem nayê pirsîn”