AMED – Tevgera Jinên Azad (TJA), derxistina cenazeyan û xerakirina Goristana Gerzan a 267 gorên endamên PKK’ê lê hene şermezar kir û wiha got: "AKP êrîşî pîrozbahî û nirxan dike. Divê hemû beşên civakê li dijî van êrîşan raweste."
Li dijî Goristana Xerzanê ya li herêma Oleka Jor ku 267 cenazeyên endamen PKK'ê lê hene êrîş pêk hatibû. Cenaze ji goristanê hatibû revandin. Tevgera Jinên Azad (TJA), êrîşa li dijî Goristana Xerzan û derxistina cenazeyan a ji gorê şermezar kir. TJA'yê têkildarî mijarê daxuyaniya nivîskî waxand û wiha got: “Faşîzma AKP'ê, sinorê hemû sinc û nirxên mirovahiyê derbas dike. Dê bibe wekî partî û dewleteka ku sinc û nirxên mirovaniyê nasnekir derbasî rûpelên dîrokê bibe. Polîtîkayên AKP'ê yên cenaze û goristanan dike hedef, êrîşî nirxên civakê dike. Di hemû bawerî û çandan de cenaze nirxên herî pîroz yên civakan in. AKP, êrîşî hemu nirxên civakê û pîrozbahyên civakê dike. Bi faşizma kor êrîş dike. Destûr nade ku cenaze bên şuştin, bên defin kirin. Cenazeyên ku tên definkirin jî rastî êrîşê tên. Destûr nadin şinê jî dînin. Ev yek di dîroka cihanê de nehatiye dîtin. Yekem car di serdema îktîdara AKP'ê de tê dîtin. Yekem car di serdema AKP'ê de cenazeyên hatine defin kirin tên derxistin. Bi qasî di çapemeniyê de hat dîtin Goristana Xerzanê kirine hedef. Hemû cenaze bêyî malbatên wan ji goristanê hatine derxistin. Em vê yekê şermezar û nalet dikin. Em bang li hemû beşên civakê dikin ku li dijî vê êrîşê dengê xwe bilind bikin û rawestin."