ÎZMÎR – Girtiyê nexweş Sedat Avci dema li Girtîgeha Tîpa F a Boluyê sewq dikirin krîza dil derbas kir, piştî tedawiyê careke din şandin Girtîgeha Tîpa T a Kayseriyê.
Girtiyê nexweş Sedat Avci ji Girtîgeha Tîpa F a Boluyê sewqî Girtîgeha Tîpa T a Kayseriyê kirin û li vir nameyek şand, di dema sewqê de çi hatiye serê wî vegot. Avci aşkera kir ku saet di 04.30'an de, leşkerên robocop bi ser koxûşên wan de girtine û destûrê nedane ku kel û pelên xwe jî berhev bikin û ew li rîngê sîwar kirine. Avci yê nexweşê dil e, da zanîn ku her gava ku wî li maşîneya rîngê sîwar dikin, pirsgirêkan dijî û dîsa gelek tişt hatine serê wî û krîza dil derbas kiriye. Avci anî ziman di maşîneyê de piştî krîza dil derbas kiriye, ew li maşîneya leşkerî sîwar kirine û birine Nexweşxaneya Dewletê ya Geredeyê.
Avci destnîşan kir ku tiştên hatine serê wî piştre ji hevrêyên xwe yên girtî û gardiyanan hîn bûye, piştî mudaxaleya destpêkê li Nexweşxaneya Geredeyê dikin, çavê xwe li Nexweşxaneya Fakulteya Tibê ya Zanîngeha Îzzet Baysal a Abantê ya Boluyê vedike. Avci li nexweşxaneyê pê dihise ku krîza dil derbas kiriye û piştre wî dîsa dibin Girtîgeha Tîpa F a Boluyê, pişî demekê bi heman şêweyî wî dibin Girtîgeha Tîpa T a Kayseriyê.