MÊRDÎN - Şaredarê Qoserê ya berê Ferhan Turk ku ji 9 roj berê hatibû berdan, li ser îtîraza serdozgeriya ya li hemberî biryara tehliye kirinê carek din hat binçavkirin.
Şaredarê Qoserê ya berê Ferhan Turk, 21'ê Mijdara 2016'an di encama lêpirsîna derbarê wî de hatî vekirin de hatibû girtin û di doza 3 emîn de 15 Kanûnê hatibû berdan. Serdozgeriya Mêrdînê îtîraza biryara tehliye kirina Turk kir. Li ser îtîrazê Dadgeha Cezayên Giran a 2 emîn ya Mêrdînê îtîraza serdozgeriyê qebûl kir û derbarê Turk de biryara girtinê da. Polîsan jî şevê din li ser mala Turk de girt û Turk binçavkirin. Turk li Miduriyeta Emniyetê ya Mêrdînê tê rawestandin û li bendê ne ku Turk bibin Dadgeha Mêrdînê. Piştî ku biryara girtinê ji Turk re hat xwandin dê wî ji bû ve bibin girtîgehê.
Turk, ji sala 1980'an ve gelek caran ji ber kar û xebatên xwe yên siyasî hat binçavkirin, 7 caran hat girtin û 14 salên xwe jî li girtîgehan derbas kir.