HATAY - Welatiyên Samandagê, li dijî civîna “Lîjneya Bilind a Eşîr û Qebîleyên Sûriyeyê” ku li ser hewldana Tirkiyeyê dê li Samandagê bê lidarxistin, derketin û lidarxistina civînek wiha ya li navçeyê wekî “provokasyon” nirxandin.
Bi hewldana Artêşa SûriyeyaAzad” (OSO) dê 3’yemîn civîna “Lîjneya Bilind a Eşîret û Qebîleyên Sûriyeyê” li navçeya Samandag a Hatayê bê lidarxistin û Tirkiyeyê dê malovaniya civînê bike. Lijneya destpêkê ku di sala 2017’an li Riha, ya duyemîn li Stenbolê kom bû, hewl dide “Artêşa Neteweyî ya Sûriyeyê” ava bike. Hat payîn ku lijne ji 50’î eşîretên Erep û 5 jî Tirmen pêk tê û hin eşîretên “Kurd, Durzî û Ermenî jî” beşdarî civîna Stenbolê bûne. Hat zanîn ku 3’yemîn civîna lijneyê dê di 25’ê Kanûnê li navçeya Samandagê bê lidarxistin. Welatiyên navçeyê diyar kirin ku ev provokasyone.
'DAXUYANÎ TUNE Û FIKARÊN ME DIDOMIN'
Seroka Partiya Lijneya Avakirina Sosyalîst (SYKP) a Hatayê Hulya Kavuk, diyar kir ku tirsek mezin ku civînê li Samandagê li dar bixin û wiha axivî: “Civîn provokasyoneke. Em li bendêne ku walî û qeymeqam daxuyanî bidin. Di hevdîtinên Serokê Şarederiya Samandag Mîthat Nehîr û Parlamenterê CHP’ê yê Hatayê Serkan Topal ên bi walî û qeymeqam re hat gotin ku civînek wiha ku bê lidarxistin ne mijara gotinê ye. Lê hîna jî walî û qeymeqam tu daxuyaniyek fermî nedane. Ev yek me dixe nava fikaran.”
'EMÊ TU CARÎ DESTÛR NEDIN'
Kavuk, da zanîn ku ger destûrê bidin vê civînê, ev yek dê wan ne rehet bike û wiha bilêv kir: “Gelê Hatayê pir bi lezgîn li benda daxuyaniyek fermiye. Em ê tu carî destûr nedin civînek wiha li bajarê me pêk were.”
'EM NAXWAZIN'
Welatiyê Samandagê Ozcan Ozçelîk jî, diyar kir ku ew naxwazin civîn li navçeya wan bê lidarxistin û wiha axivî: “Em li dijî civînek wihane. Çima li welatê xwe li darnaxin. Biala civîna xwe li welatê xwe li dar bixin.”
Çorc Daniyel jî, da zanîn ku ew naxwazin civînek wiha li herêma wan Hatay û Tirkiyeyê bê lidarxistin û wiha got: “Li bajarê me yê ku em dinava wekheviyê de dijîn, em naxwazin hêzên dervede civînên li gorî daxwazên xwe bên civînan lidarbixin. Bi civînên dixwazin lidarbixin, em ê destûr nedin wekheviya me têk bibin.”
'ARMANÇ PROVOKASYONE'
Akin Akinci jî, ev hewldan wekî “provokasyon” nirxand û wiha got: “Li ser xaka ku em dinava yekîtiyê de dijîn, em naxwazin civînek wiha bê lidarxistin. Mafê tu kesê tuneye ku gel provoke bike. Ez difikirim ku civînê dê li vir lidarnexin. Ji ber ku dizanîn gelê me li dijî civînek wihane. Em naxwazin ev civîn li vir bê lidarxistin.”