ŞENGAL - Li Şengalê, zarokên Êzidî yên piştî fermanê têkoşîna jiyanê didin, ji bo debara malbatên xwe karê komkirina hesin û têlan dikin. Zarokên karê kirîn û firotinê dikin bêtir di navbera 11 û 15 salî de ne.
Şengaliyên piştî fermana DAIŞ’ê ya 3’yê Tebaxa 2014’an vegeriyan malên xwe, li Şengalê nêzî sê salanin di her qada civakî de liv û tevger heye. Êzidî hîna jî di warê siyasî, civakî û aborî de li dijî pirsgirêkan têdikoşin. Êzidiyên li ser welatê xwe yê kevnare ku rastî fermanê hatin, bi derfetên xwe ji bo jiyanê têdikoşin. Herî zêde li sûka bajêr ev liv û tevger xuya dike. Sûka ku dikanên wê nû hatine vekirin, li ser rêya sûkê zarokên Êzidî ku bi mêzînek biçûk kirîn û firotina hesin û têlan dikin, weke ku wêneyê têkoşîna jiyanê ya herî berbiçave.
ALÎKARIYÊ DIDIN MALBATA XWE
Zarokên Êzidî yên temenê wan 11 û 12 salî, hesin û kabloyên li ser xurdeyan kom kirin dest pêkê dişewitînin û dûre hildibijêrin. Piştre jî bi ereboka destan tînin navenda bajêr û li vê derê difiropin hevalên xwe yên 15 salî. Kîloya hêsinan bi hezar dînarî difiroşin û alîkariya malbatên xwe dikin. Di pergala civakî û hiqûqî ya cîhana modern de, di temenê zaroktiyê xebitîn sûce, ev rê û rêbas mîna gelek welat, herêm û bajaran di Şengalê de ne derbas dare. Kesên mezin ên nikarin van karên zor û zehmet bikin, zarokên Êzidî necarin ku van karan bikin. Yek ji van zarokan Mahîr Xêro ê 11 saliye.
ÇÎROKÊN WAN DIŞIBIN HEV
Xêro, diyar kir ku berî êrîşên DAIŞ’ê li Tîl Êzir dijî û wiha axivî: “Bi fermanê re mîna hemû malbatên Êzidî, em jî berê xwe çiya û em ji ber vê yekê xelas bûn. Li çiyê em 11 rojan me, piştî koridor hat vekirin em derbasî kampa Zaxoyê bûn. Ev saleke em vegeriyane Şengalê. Pênc bira û xwişkeke min hene. Malbata me ji 9 kesan pêk tê. Ji bo debara malbatê vî karî dikim. Ev kar pir zehmete. Em sibehê saet 7’an radibin. Nêzî 5-6 saetan em dixebitin. Dinava xurdeyan em alavan kom dikin, dişewitînin û dûre hêsin û têlan jê cuda dikin. Pişret jî em tînin bajêr û kîloya wê bi 3 hezar dînaran difiroşin.”
Xêro, anî ziman ku rojê 4-5 kîlo hêzên difiroşin û wiha got: “Ez tu carî neçûm dibîstanê, ger min ev kar nekira, ezê biçûma dibistanê. Ez pir dixwazim herim dibistanê.”
Majdel Şêref ê 12 salî ku bi hevalê xwe Xêro têl û hêsinan difiroşe jî, qedera wî û hevalên wî yekin. Şêref jî ji Tîl Êzire yê û malbata wî qerebalixe. Şêref ku di malbateke 12 kes de dijî, xwiş û birayên wî yên din jî şivantiyê dikin. Şêref û Xêro heman karî bi hev re dikin. Şêref ev du salin vî karî dike û hevalê wî Xêro jî hewl didin mîna wî bike.
KIRÎNA WÊ JÎ FIROTINA WÊ JÎ ZAROK DIKIN
Xêro û Şêref alavên bi saetan bi dest xistin, cardin difiroşin zarokek din. Xidîr Naîf ê 15 salî ku kiriniyê dike, berî fermanê li gundê Nîsêrî yê navenda Şengalê dijiya. Piştî fermanê du salan malbata Naîf vedigere Şengalê û niha jî li maleke Taxa Mûr a hatî derk kirin de dijîn. Naîf li malbata xwe ya 10 nifûsî mêze dikin û birayê wî Salîm alîkariya wî dike. Naîf bi kamyonek kar a kevin û biçûk li ser rê rawestiyaye û kîloya hêsin û têlan bi 3 hezar dînar dikire, dibe Rabîayê û bi 4 hezar dînarî difiroşe. Naîf rojê nêzî 50 kîlo hêsin û têlan dikare bar bike û bibe bifiroşe.
Ev zarokên ku karê herî zor ên Şengalê dikin, ew derfeta wan a biçin dibîstanê tuneye. Şêref di heman demê de diyar dike ku nêzî 20 zarokan li Şengalê vî karî dikin.
MA / Selamî Aslan