ŞIRNEX - Serdozgeriya Hezexê derbarê rojnameger Ferzen Çatak, Mahmût Rûvanas û Kadrî Esen de piştî 22 mehan îdeaname amade kir û ji bo 3 rojnamegeran 39 sal cezayê girtîgehê xwest.
Dema qedexeya derketina kolanan ya li navçeya Hezexê ya Şirnexê nûçegîhanên DÎHA'yê ku bi riya KHK'ê hatî girtin Ferzen Çatak û Mahmût Rûvanas, nûçegîhanê Rojnameya Azadiya Welat ku bi riya KHK'ê hatî girtin Kadrî Esen yên bi hevre nûçe dişopandin 28'ê Sibata 2016'an di encama serdegirtina malan de hatin binçavkirin. Piştî binçavkirinê her 3 rojnameger hatin berdan û derbarê wan de ji aliyê Serdozgeriya Hezexê ve lêpirsîn hat destpê kirin. Serdozgerî piştî 22 mehan lêpirsîn bi dawî kir û derbarên rojnamegeran de îdeaname amade kir. Di îdeanameyê de Çatak bi îdeaya "Kesên li hemberî terorê tekoşînê didin hedef nîşan dan", "Endamê rêxistinê" û "Propagandaya rêxistinê kirinê", Rûvanas û Esen jî "Kesên li hemberî terorê tekoşînê didin hedef nîşan dan" û "Propagandaya rêxistinê kirinê" tên sucdarkirin.
Îdeanameyê li ser parvekirina dîmena derbarê êrîşên polîsan a li hemberî malan de ya di hesaba medyaya civakî ya bi navê @bilalgezer13 ku ne diyare aidê kêye jî de hatî parvekirin û hat zanîn ku binçavkirina rojnamegeran jî bi heman hincetê pêk hatiye.
DERBARÊ ÇATAK DE ÎFADEYA ŞAHIDÊ WEŞARTÎ
Rojnameger Çatak di îfadeya xwe ya binçavkirinê de da zanîn hesaba medyaya civakî ne ya wî ye û ji bo sucdar kirina Çatak îfadeya şahidê weşartî hat amadekirin. Şahidê weşartî di îfadeya xwe de Çatak bi riya wêneyan teşhîs dike û wiha dibêje: "Sempatîzanê PKK/KCK'ê ye. Rojnamegerî dike. Dîmen û wêneyên dikşîne ajans û televîzyonên wekî ÎMC û Sterk TV ku bi tevgerê re eleqeder re parve dike. Li van deran jî li ser heman wêne û dîmenan propaganda dike. Ev kes endamên rêxistinê û Kamîl Algaz û Rojger ku di encama operasyonên polîs û leşkaran de hatî kuştin re jî hevdîtin pêk aniye û min jî van dît."
PEYAMÊN NÛÇEYAN A ESEN BU SÛC
Di îdeanameyê de derbarê rojnameger Kadrî Esen de jî wêneyên nûçeyan yên telefonê de û peyamên ji navenda nûçeyên xwe şandî ya derbarê geşedanên diqewimiyî de jî wekî sûc hat dîtin. Her wiha peyamên Esen yê bi Ferzen Çatak re ya derbarê nûçeyan de jî wekî sûc hat dîtin.
WÊNEYÊN RÛVANAS YÊN NÛÇEYAN BU SÛC
Rojnameger Mahmût Rûvanas jî wêneyên ji bo nûçeyan kişandî, wêneyê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan yên di telefona wî de wekî sûc hat nîşandan.
JI HER 3 ROJNAMEGERAN RE 39 SAL DAXWAZA HEPSÊ
Dozgerî di îdeanameya xwe de derbarê Çatak de bi hincetên "Kesên li hemberî terorê tekoşînê didin hedef nîşan dan", "Endamê rêxistinê" û "Propagandaya rêxistinê kirinê" ji 8 salan heya 23 salan, derbarê Rûvanas û Esen de "Kesên li hemberî terorê tekoşînê didin hedef nîşan dan" û "Propagandaya rêxistinê kirinê", cûda cûda ji 2 salan heya 8 salan daxwaza hepsê kir.
MA / Ozgur Paksoy