DERSIM – Kadriye Çîçek, bêyî bêje berf û baran e ji bo pisîkên xwe tim diçe gund û tê. Kesên vê nêzîkatiya wê ya ji bo pisîkan dibînin jî heyr dimînin.
Malbatên li gundê Sîlîç ê girêdayî navenda Dersimê, ji ber şert û mercên zivistanê li navendê bi cih dibin. Li vî gundê ku 26 mal lê hene, zivistanan tenê pisîk lê dijîn. Ji şêniyên gund Kadriye Çîçek (33) ji bo nêzî 15 pisîkên li gund 3 rojan carekê texsiyekê kirê dike û diçe gundê ku 20 kîlometre dûrî navendê ye.
Çîçek, dema diçe gund ji bo pisîkan bi xwe re gelek tiştên xwarinê jî dibe û vê girêdana xwe ya ji bo pisîkan wek girêdaneke ku nayê gotin pênase dike. Çawa ku Çîçek digihêje gund hemû pisîk li derdora wê diçin û tên û kesên vê nêzîkatiya wê û pisîkan dibînin heyr dimînin. Çîçek anî ziman ku jixwe ew ji heywanan hez dike, lê belê ew ji zarokatiya wê ve bi pisîkan re eleqedar dibe. Çîçek bi lêv kir ku bi awayekî giştî pêdiviya mirovan bi hezkirinê heye, lê ya wê bi ya pisîkan heye.
Çîçek wiha behsa pêwendiya xwe ya bi pisîkan re kir: “Di sala 1994’an de ji ber bûyerên şewitandina gundan em neçar man koç bikin. Wê demê pisîkên ku min wan di zarokatiya xwe de mezin kiribûn û em bi hev re dijiyan hebûn. Bi koçkirina me re ew winda bûn. Ji ber vê ji pisîkan hez dikim. Hezkirina wan, dengê wan min kêfxweş dike. Êdî hema bêje em û pisîkan hevdu nas dikin.”
‘NAXWAZIM WAN JI XWEZAYÊ BIQETÎNIM’
Çîçek anî ziman ku di şertên zor û zehmet ên zivistanê de ji bo pisîkên xwe ew tê gund û dema berf hebe û erebe nikaribin biçin ew ji mecbûrî peya diçe gund. Çîçek sedema ku çima pisîkên xwe jî bi xwe re neaniye gund jî wiha vegot: “Naxwazim wan ji xwezaya wan biqetînim. Bi zorê em ji gundên me derxistin. Lê ez ê wan ji xwezaya wan neqetînim. Heke bivê ez ê her roj biçim û bêm.”
Çîçek diyar kir ku carinan dema ew diçe gund dibîne ku pisîkên wê winda bûne û ev tişt gotin: “Dema dibînim winda bûne hîseke wek min tiştekî xwe yê zaf biqîmet winda kiribe li min peyda dibe. Nikarim pêwendî û hezkirina xwe ya ji bo pisîkan bi gotinan vebêjim. Lê belê dixwazim vî tiştî jî bibêjim, bi awayekî giştî mirov qîmetê nadin heywanan. Dixwazim mirov bi awayekî hesas nêzî heywanan bibin.”