QAMIŞLO – Welatiyên 34 gundên li Qamişlo yên di bin qontrola Rejîma BAAS'ê de, ji ber ku rejîm alîkariya mazot bi wan re nake û pêdiviyên wan ên jiyanî bi cih nayê, serî li Meclîsa Taxa Şehîd Cûdî ya bajarê Qamişlo ya Kantona Qamişlo ya Herêma Cizîr a Federaliya Demokratîk a Bakurê Sûriyê dan û alîkarî xwestin. Gundiyan anî ziman ku tenê navê Rejîma BAAS'ê heye, lê belê pêdiviyên jiyanî yên gundiyan pêk nayîne.
Piştî 19’ê Tîrmehê 2012’an Şoreşa Rojava, Rejîma Sûriyeyê ji gelek bajarên Rojava neçar ma derkeve, lê tenê di Hesekê û Qamişlo de di bin banê walitiyê de hin gund û tax di bin qontrola wê de mane. Li bajarê Qamişlo yê girêdayî Kantona Qamişlo ya Herêma Cizîrê ya Federaliya Demokratîk a Bakurê Sûriyeyê, ji aliyê başûrê bajar ve nêzî 60 gund û 3 taxên navenda bajêr hêj jî di bin qontrola Rejîma BAAS'ê de ne. Bi hatina zivistanê re her sal ku ji bo sotemeniya zivistanê mazot dihat belavkirin, Rejîma BAAS'ê li 34 gundên ku di bin kontrola wê de ne mazot belav nekiriye. Li ser vê yekê gundiyan serî li Meclîsa Taxa Şehîd Cûdî ya Qamişlo ya Herêma Cizîrê ya Federaliya Demokratîk a Bakurê Sûriyeyê dan.
REJÎM SERÊ BERMÎLÊ 25 HEZAR LÎRE DIXWAZE
Niştecihên 30 gundên di bin kontrola rejîmê de ku serî li Meclîsa Taxa Şehîd Cûdî dane, diyar dikin ku Rejîma BAAS'ê bi hinceta ew di hêla siyasî de piştgiriyê didin Sîstema Federaliya Demokratîk her tim bi astengiyan re rû bi rû dimînin û mazota ji bo sotemeniya zivistanê jî serê bermîlê 25 hezar pereyê Sûriyeyê difiroşin wan. Gundiyan anî ziman ku ji ber 5 qat zêdeyêî buhaya normal mazot tê firotin derfeta wan a madî tune ye bikirin. Gundiyên ku ji ber ewlekariyê naxwazin navên xwe aşkere bikin, anîn ziman ku wan gelek caran ji bo werin rêveberiya Xweseriya Demokratîk alîkariyê bixwazin lê ji aliyê hêzên ewlekariya Rejîmê ve ew hatine astengkirin.
Hat diyarkirin ku Rejîm bermîlwkê bi 25 hezar lîreyê tirkî difiroşe, lê ji aliyê komînên Federaliya Demokratîk a Bakurê Sûriyeyê ve tenê serê bermîlê 5 hezar pereyê Sûrî li ji welatiyan distîne.
GUNDIYAN ALÎKARÎ XWEST MECLÎSA TAXA ŞEHÎD CÛDÎ ALÎKARIYA WAN KIR
Destpêkê niştecihên gundên Rişmaniyê, Cinewiyê û Xirbit Emo ku serî li Meclîsa Taxa Şehîd Cûdî ya Qamişloya Herêma Cizîrê ya Federaliya Demokratîk a Bakurê Sûriyeyê dan, pirsgirêka ku Rejîma BAAS ji wan re derdixe vegotin. Li ser vê yekê endamên rêveberiya meclîsê dest bi alîkariya mazotê ji wan re kirin.
Endamên rêveberiya Meclîsa Taxa Şehîd Cûdî ya Qamişloyê ku yek bi yek navê niştecihên destpêkê gundên Rişmaniyê, Cinewiyê û Xirbit Emo qeyd kirin û pişt re jî tangêra mazotê li gundiyan belav kirin. Endamên rêveberiyê ku mazotê belav dikirin, diyar kirin ku wan li ser daxwaza gundiyên ku di bin kontrola Rejîmê de ne alîkarî ji wan xwestine ew mazotê belav dikin. Rêveberên meclîsê, anîn ziman ku ew tu firq û cudahiyê naxin nav niştecihan û li gor wê alîkariya xwe dê belav bikin.
Navê gundên ku di bin kontrola Rejîmê de ne û mazot li wan nayê belavkirin ev in: Mesedê, Til Buyer, Qubat, Heyehî, İskenderun, Behera, Xûrmir, Xizna Cedîda, Poladiya, Recabiyê, Xirabesker, Hemo Qiser, Xirbit Sed, Heciya Mezin û Biçûk, Hilwa, Xirbit Nûra, Tewaric, Tiweyir Herp, Siwêda Biçûk, Mezraya Til Eyd, Himêra, Cirmis, Aweca, Sêx Ecin, Deyo, Reşwaniyê, Cinêdiyê, Selamûaleykum, Dedoşiyê, Qîser, Carku û Xirbit Emo.