COLEMÊRG– Li navenda Colemêrg, Çelê, Şemzînan û Geverê 31 herêm hatin qedexekirin.
Di daxuyaniya ku ji aliyê Walîtiya Colemêrgê ve hat dayîn de 31 herêmên girêdayî navenda Colemêrgê heta 8’ê Çileya 2018’an wek “Herêmên ewlehiya taybet” hatin îlankirin. Li gor daxuyaniya walîtiyê qedexeya li 31 herêmên girêdayî navenda Colemêrgê, navçeyên wê Çelê, Şemzînan û Geverê wê saet di 00:00:01’ê 25’ê Kanûna 2017’an dest pê bike û heta saet 23:59:59’ê 8’ê Çileya 2018’an dewam bike.