ENQERE – HDP'ê êrîşa li dijî Goristana Garzanê û derxistina cenazeyê 267 endamên PKK'ê bir meclisê.
Wekîla Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Amedê Sîbel Yîgîtalp, bi pirsnameyekê êrîşa li dijî Goristana Garazanê bir meclisê. Goristana Garzanê ya li gundê Oleka Jorîn e, bi fermana dozgeriyê cenazê 267 endamên PKK'ê ji goran hatibûn derxistin û ew şandibûn Saziya Tiba Edlî ya Stenbolê. Ji bo Wezîrê Karê Hundur Suleyman Soylu bibersivîne, Yîgîtalp pirsname da Serokê Meclisê. Di pirsnameyê de hat diyarkirin ku Goristana Garzanê bi tevahî hatiye rûxandin û hestiyên aydê cenazeyan ji goran hatiye derxistin û şandine Stenbolê.
Yîgîtalp pirsa "Hûn çi ji cenazeya dixwazin?" jî kir û xwest ev bêhurmetiya li dijî goristanan bi dawî bibe.