STENBOL - Danişîna doza akademîsyenên ji ber îmze avêtin danezana Aştiyê tên darizandin, li 32'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê berdewam dike. Akademîsyenan xwestin kesên xwestin di xwîna wan de xwe bişon bên darizandin.
Akademîsyenên ji ber gotin "Em nabin şirîkê vî sûcî" û îmze avêtin danezanê, doz li wan hat vekirin û derketin pêşberî dadgehê. Akademîsyenên doz li wan hat vekirin, li 32'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê hatin darizandin. Di danişîna dozê de parlamenterê HDP'ê Erol Dora û gelek akademîsyen amade bûn. Hîndekara Zanîngeha Stenbolê Sezen Çelengir parastin kir û wiha got: "Di vê serdema nûçe hatine bi sînorkirin disa nûçeyê kuştina sivîlan ji herêmê belav dibe. Zextên ku li herêmê didomin jiyana mirovan û mafên mirovan tehdît dike. Ez bawerim di hemû civakê de daxwaza ku aştî têkeve meriyetê hişyar bûye. Me bi vê danezane dewlet dawetî çareseriyê kir.
Ji 10'ê çileya 2016'an heta niha pêvajoyek li dijî hiqûq û keyfî tê meşandin. Sûcdariya der barê xwe de qebûl nakim. Bi tu awayî propaganda rêwistinê nake. Ez weki welatî û akademîsyeneki vî welatî aştiyek mayinde dixwazim. Tu awayekî ku aştî tundiyê pêş bixe tune ye. Daxwaza aştiyê nabe sûc. Azadiya ramanê ji bo cudahiya civakê heye. Ev azadiya ramanê ye.
Çilengir, anî ziman ku li gorî DMME'ê ji bo propaganda rêxistinê bê kirin divê tundiya rêxistinê rewa bê dîtin û pesnê wê bê dayîn.