AGIRÎ – Bîrdariya feylozofê kurd Ehmedê Xanî ku li Bazîdê hat hilweşandin, vê carê jî Waliyê Agiriyê panela Ehmedê Xanî li dar xist. Waliyê Agiriyê Musa Işin di panelê de bêyî behsa hilweşandina bîrdariyê bike got ku piştî dest bi peywîrê kiriye ji bo Ehmedê Xanî baş bê naskirin hewldanek mezin kiriye.
Li navçeya Bazîdê ya Agiriyê ewil qeyûmê tayînî şaredariya Bazîdê hat kirin bîrdariya feylozofê kurd Ehmedê Xanî hilweşandibû. Li aliyekî bîrdariya Xanî tê hilweşandin û li aliyekî jî ji aliyê Waliyê Agiriyê ve panela Ehmedê Xanî tê lidarxistin. Di panela “Aliyên Tasavufî û Alîkariya Ahmed-i Xani ya ji bo Ramana Îslamî” Waliyê Agiriyê Musa Işin bêyî ku behsa hilweşandina bîrdariya Xanî ya ji aliyê qeyûm ve pêk hat bike dest bi axaftina xwe kir. Işin got: “Em Ahmed-i Xani baş nas nekin û nifşa paşerojê Ahmed-i Xani nas nekin wê deme bikevin nav zerarên mezin. Piştî min li vir dest bi peywîrê kir ji bo hezretiyên Ahmed-i Xani baş bê nasîn min ferman da midûrê me çandê. Ji bo em wî bi agiriyan û mirovên dervayî Agiriyê bidin nasîn em ketin nav hewldanan.”
ÇI BIBÛ?
Bîrdariya Ehmedê Xanî ya ji aliyê Şaredariya DBP’ê ya Bazîdê ve hatibû çêkirin piştî qeyûm tayînî şaredariyê hat kirin li ser fermana qeyûm bîrdarî hatibû hilweşandin. Li ser bertekan her çiqas qeyûm got ku ew ê bîrdariyê ji nû ve çêbikin jî lê ev bû 6 meh hêj nehatiye çêkirin. Tabeleya Parka Çandê ya li ser navê Ehmedî Xanî jî hatibû avakirin tabelaya wî jê hatibûn xistin.