EDENE - Di dîmenan de derket holê ku li polîsek li Edliyeya Edeneyê du zarokên hatine binçavkirin dide ber sîleyan. Ev kêliyên tundiyê bi telefonê hatin qeydkirin.
Li Edeneyê, du zarokên navên wan nehat zanîn ku ji ber bûyereke edlî hatin binçakirin, li Edliya Edeneyê rastî lêdana polîsekî hatin. Du zarokên di korîdorên edliyê de hatin rawestandin, bi hinceta ne rehet sekinîne, polîsekê li wan xist. Di wê kêliyê de welatiyekê kêliyên tundiya polîs bi telefonê qeyd kir. Di dîmende jî tê dîtin ku polîs sîleyan li zarokan dixe.