NAVENDA NÛÇEYAN - Welatiyên Çemçemal û Ranye dîsa daketin qadan. Çalakvanên ku tevlî xwepêşandanên li Başûrê Kurdistanê bûn, diyar kirin ku daxwazên wan êdî ji çarçoveya aborî û maaşan derketiye û xwestin hikûmet îstîfa bike.
Xwepêşandanên demokratîk yê gelê Başûrê Kurdistanê di roja 5'emîn de berdewam dike. Di van kêliyan de welatiyên Çemçemal û Ranye dîsa daketine qadan û ji bo mafê xwe dengê xwe bilind kirin. Pênc roj in pêleke xwepêşandanan li gelek bajar û bajarokên Başûrê Kurdistanê belav bûne û ji ber nebûna sîstemeke dadperwer daxwaza hilweşandina hikûmeta heyî dikin. Welatiyên ev pênc rojin di xwepêşandanê de ne daxwaza avakirina sîstem û rêveberiyeke nû ya ji nava gel derbikeve dikin. Xwepêşandaneke girseyî li Çemçemal û Ranye ku dikevin ser parêzgeha Silêmaniyê careke din daketin kolanan. Gel daket qadan û daxwaza avakirina sîstemeke nû ya demokratîk û hilbijartina rêveberiyeke nû ya dadperwer dikin.
Welatiyên ku li herêma Helepçeyê tevlî xwepêşandanên rojên dawî bûne, sedema tevlîbûna çalakiyan vegotin û daxwazên xwe anîn ziman.
Welatî Karwan Hesen diyar kir ku ferqa van çalakiyên dawî ku li bajar û bajarokên Başûrê Kurdistanê hatin lidarxistin ew e ku vê carê ne tenê mamoste, hemû beşên civakê tevlî bûn û wiha got: "Sedema wê jî qeyranên cidî yên ku Başûr rû bi rû maye. Di çalakiyên berê de tenê daxwaza meaş dihat kirin. Lê niha daxwaza reform, pêşwazîkirina daxwazên kehrebe, av û xizmetguzarî ye. Xuyaye ku ev hikûmet nikare pirsgirêkan çareser bike. Lewma divê hikûmet îstîfa bike, serokwezîk û alîkarê wî dest ji kar berdin. Pêşmerge û hêzên polîsan li hemberî DAIŞ'ê xwîna xwe rijandiye. Lê niha hikûmet dixwaze niha maaşên wan jî kêm bike. Lewma em dixwazin ku pêşmerge û polîs jî piştgiriya gel bikin û vê desthilatiyê bidawî bikin.
GEL JI BO MAFÊ XWE LI KOLANAN E
Ala Rauf jî bal kiyand ser sedema çalakiyan û wiha got: "Ev çend roj in li bajarên Başûr pêla xwepêşandanan heye. Gel ji bo bidestxistina mafên xwe li kolanan e. Bi hezaran ciwan bêkar mane, tenê li Helepçeyê 10 hezar ciwanên ku zanîngeh qedandine hene, lê bêkar in. Em êdî nikarin bi vî rengî jiyan bikin. Ev rêje her sal zêdetir dibe û hikûmet nikare çareseriyê peyda bike. Daxwaza me ji pêşwazîkirina maaş û darayiyê borî ye. Êdî baweriya me bi hikûmet û partiyên ku li ser navê me çûne parlamentoyê nemaye. Pêdiviyên me pêşwazî nakin, li vî welatî gelek alozî û rewşên ne aramî hene. Êdî ev rewş wiha dom nake, em dixwazin hikûmet îstîfa bike. Pêwîste li paytexta Herêma Kurdistanê jî xwepêşandan hebin, gel li ber parlamentoyê çalakiyan lidar bixe."