AMED - Hat zanîn ku li navçeya Bismilê polîsan dawetek ji hev belav kiriye û ji xwediyê dawetê re gotiye "Çima ne li eywana dawetê lê hûn li derve dawetê dikin" û dawet qedexe kiriye.
Li navçeya Bismila Amedê polîsan daweteke ku li derve hat lidarxistin sekinand û paşê hemû berbû ji hev belav kir. Daweta ku li Taxa Sanayiyê li nav kuçeyê lê diket, bi hinceta "derdorê nerihet dike" û "Çima ne li eywana dawetan e" ji aliyê polîsan ve hat sekinandin. Hat diyarkirin ku polîsan gotiye heke dawet lê bikeve ew ê 17 hezar lîre cezayê pereyî bibirin û li ser vê berbûrî ferikandin û ji sazbenda re jî hatiye gotin ku amûrên xwe berhev bikin.
Her wiha sazbendan jî bertek nîşan da û gotin ku ev nêzî du salan e tim bi zextên wisa re rû bi rû ne û bi vî awayî êdî nahêlin tu kes ne dawetên xwe bikin û ne jî ew debara xwe bikin.