STENBOL - Malbata Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û 3 girtiyên PKK'î yên li Îmraliyê ji bo hevditinê bikin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê dan.
Ji malbata Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bira Mehmet Ocalan û xwişk Fatma Ocalan, ji bo li Girtîgeha tîpa F a Îmraliyê bi Ocalan re hevdîtin bikin, bi riya parêzerên xwe serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.
Ji malbatên 3 girtiyên PKK'î Hamîlî Yildirim birayê wî Polat Yildirim, malbata Omer Hayrî Konar birayê wî Ali Konar û malbata Veysel Aktaş xwişka wî Sabiha Aslan bi riya parêzerên xwe serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê dan.