AMED – Dozger, der barê Berdevkê ÎRA’yê Hakki Boltan de bi boneya çalakiya li ber Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê hatin lidarxistin şopandiye ji 4 sûcdariyên cuda doz vekir.
Der barê Berdevkê Înîsiyatîfa Rojnamegerên Azad (ÎRA) Hakki Boltan de bi boneya çalakiyên protestokirina binçavkirina Hevşaredarên Amedê Gultan Kişanak û Firat Anli de ku di 26’ê cotmeha 2016’an de hatibû lidarxistin şopandiye, 4 dozên cuda hatin destpêkirin.
Doza ji aliyê 5’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê ve hat destpêkirin û îdianame der barê Boltan de hat amadekirin. Di îdianmeyê de behsa tiştên di çalakiyê de qewimîne tê kirin. Boltan bi îdiayên “Endamê rêxistinê ye”, “Propagandaya rêxistinê kiriye”, “Pesindana sûc û sûcdar kirin” û “Li dijî qanûnê beşdarî civîn û meşan bûye” tê sûcdarkirin. Dozger xwest Boltan ji van 4 sûcan cuda cuda bê cezakirin.