MÊRSÎN - Jinên xebatkarên çemawerî, diyar kirin ku di buçteya 2018’an de newekhevî û zayendeya cudakar a li dijî jinê heye û gotin ku ew butçeyek ji zayendî ya ji jinan re girtî na, budçeyek jinan re vekirî dixwazin û ji bo vê dê têkoşîna xwe bidomîn in.
Jinan bertek nîşanî giftûgoyên butçeya 2018’an a Lijneya Giştî ya Meclîsê de tê berdewam kirin, dan. Jinên xebatkarên çemawerî yên Mêrsînê, diyar kirin ku ev budçe ji bo kûrkirina îstîsmara keda jinê ye. Endama Sendîkaya Kedkarên Sosyalîst û Tenduristuyê (SES) a Mêrsînê Teslîme Çobanoglu, diyar kir ku ji ber desthilatdarî “jinê mîna li zarok mêze dike” dibîne, di budçeyê de cih nedana jinê rewşekê ku tê zanîn e. Çobanoglu, anî ziman ku hişmendiya cudakar û ne wekhev bandora xwe li ser budçeyê jî kiriye û wiha got: “Hikûmeta AKP’ê qada kedê bê bawer kiriye û kexariya jinê kûrtir kiriye. Li dijî vê yekê divê jin li qadan têkoşîna xwe bidomîn in.”
'AKP NAXWAZA JIN DERBIKEVE PÊŞ’
Sekretera Şaxa Egîtim Sena Mêrsînê Elîf Yaşar jî, anî ziman ku pêkanîn OHAL’ê herî zêde bandor li jinan kir û wiha axivî: “Di desthilatdariya 15 sal a AKP’ê de êrîşên mezin li ser mafê jinan rûdan. Bi OHAL’ê re hîn zêdetir mafên jinan ji destên wan hatin girtin. Desthilatdariyê di budçeya 2018’an de cih neda jinan. Ji ber ku naxwaze jin derbikevin pêş. Ji ber ku dizane ger di budçeyê cih bide jinan, dê jin hîn zêdetir derbikevin pêş. AKP jinê tenê mîna hevjin û dayîk dibîne. Jinê, dinava malê de mîna xizmetkar a alîkar dibîne.”
‘JIN JI QADÊN KAR TÊN DÛR KIRIN’
Yaşar, da zanîn ku mînak desthilatdarî pareyê lêmêze kirina pir û kalan dide jinan û wiha bilêv kir: “Armanca vê pêkanînê, jin hepsî malê kirine. Divê ev taloke bê dîtin. Dewlet dibin navê ‘Alîkariya malbatê de’ jinan ji qadên xebatê dûr dixe. Jin ji bo jiyana xwe ya aborî biparêzin dê têkoşîna xwe ya pêwîst bidomîn in.”
‘ME BUTÇEYEK AŞTIYANE DIXWAZIN’
Hevseroka Şaxa SES’ê ya Mêrsînê Ozge Goncu, bal kişand ser budçeya tê giftûgo kirin û wiha axivî: “Ji ber ku jin cîhaneke dinava aştiyê de dixwazin, di budçeyê de cih nadin jinan. Desthilatdarî tenê ji bo şer budçeyê vediqetîne. Li dijî budçeya 2018’an divê jin bêdeng nemîn in. Em budçeyeke ji bo şer na, ji bo jinan beşdarî xebatan bike dixwazin.”
‘EM BUTÇEYEK JI JINAN RE GIRTÎ NAXWAZIN’
Xebatkara çemawerî Aynur Şahîn ku ji Şaredariya Akdenîzî hat avêtin jî, diyar kir ku ew budçeyek şer û cudakar naxwazin û wiha got: “Desthilatdarî ji azadiya jinê ditirse. Mîna hemû polîtîkayên desthilatdariyê di budçeyê de jî ev rastî derket holê. Em budçeyek ji jinan re girtî na, budçeyek ji jinan re vekirî û jinan beşdarî xebatan bike, dixwazin.”