NAVENDA NÛÇEYAN - Di hilbijartina herêmî de ku Spanyayê bi zorê li ser Katalonyayê ferz kir, gel ji nû ve partiyên alîgirê serxwebûnê hilbijart.
Piştî aloziya di navbera Spanya û Katalonyayê de, gel daketibû qadan û xwedî li maf û nasnameya xwe derketibû û serxwebûn xwestibûn. Dewleta Spanyayê bi hovane êrîşê gel kir û gelek kes birîndar bûbûn. Piştî demek gelê Katalonyayê dîsa çû ser sindoqan û serxwebûn hilbijart.
Li gorî agahiyan sedî 82 tevlibûna hilbijartinê çêbûye. Li gorî encamên ne fermî, partiyên alîgirê serxwebûnê sedî 47 dengan standin. Parlamenta Herêmî ya Katalonyayê ji 135 kursiyan pêk tê, Junts per Catalunya, ERC-Cat û CUP ku alîgirê serxwebûnê ne 70 kursî bi dest xistin. Tevî ku alîgirên serxwebûnê li gorî sala 2015'an 2 kursî kêm kiribin jî piraniya endametiya parlamentoyê bi dest xistin.
Ji ber ku alîgirên serxwebûnê bi du lîsteyên mezin ên cuda tev li hilbijartinê bûn, dengê wan parçe bû.
Ji partiyên alîgirê mayina bi Spanyayê re Lîberal Ciudadanos (Cs) bi rêjeya sedî 25,4 bû partiya yekemîn û bi giştî 37 kursî bi dest xist.
Tifaqa Junts per Catalunay, Partiya Demokratên Ewropayê yên Katalonyayê (PDeCAT) ye, Serokê Herêma Katalonyayê yê berî darbeya hikumeta Madrîsê Carles Puigdemont jî endamê wê ye û hin siyasetmedarên serbixwe di nav de cih digire, sedî 21,7 dengan stand û 34 kursî bi dest xist.
Tifaqa ERC-Cact-Sî partiya çep a bi navê Partiya Komarger a Katalonyayê (ERC) ya alîgirê serxwebûnê di nav de ye, sedî 21 dengan bi dest xist û bû xwedî 32 kursiyan.
KÊMBÛNA DENGÊ CUP'Ê BANDOR LI LÎSTEYÊN DIN JÎ KIR
PSC a ser bi Partiya Sosyalîst a Spanyayê bi rêjeya sedî 13,9 re 17 kursî, tifaqa partiyên ekolojîst CatComu-Podem a ser bi partiya çep a radîkal Podemosê, sedî 7,45 deng girt û 8 kursî bi dest xistin. CatComu-Podem her çendî yekser serxwebûnê naparêze jî Şaredara Barcelonayê Ada Colau ya ku destek da referandûma 1'ê Cotmehê, di destpêka lîsteya xwe bi cih kir û bi vî rengî tev li hilbijartinê bû.
Lê belê rêxistinbûna bi navê Namzetiya Yekitiya Gel (CUP) a çepa radîkal e û alîgirê serxwebûnê ye bi rêjeya 4,45'an deng kêm kir. CUP'ê di sala 2015'an de sedî 8,2 deng bi dest xistibû û 10 kursiyên wê hebûn, vê carê tenê 4 kursî wergirt.
HERÎ ZÊDE RAJOY TÊK ÇÛ
Di hilbijartina Katalonyayê de ya ku herî zêde derb xwar û têk çû Partiya Gel (PP) a Serokwezîrê Spanyayê Mariano Rajoy ye. Rajoy bi rêya polîsan dest danî ser hemû saziyên Katalonyayê. PP bi rêjeya 4,24'an tenê 3 kursî bi dest xist. Partiya Rajoh di hilbijartina herî dawî de sedî 8,5'an deng girt û 11 kursî wergirtibû.
Li gorî vê encamê, tifaqên alîgirê serxwebûnê 70 kursî bi dest xistin û rêjeya xwe ya sedî 48'an ya sala 2015'an parastin.