BEDLÎS - Cenazeyê şervana YPJ'ê Dîlan Bîngol a di sala 2014'an de di berxwedana Kobanê de jiyana xwe ji dest da jî di nav de, cenazeyên 267 gerîlayên HPG/YJA-Starê û şervanên YPG/YPJ'ê, ji goran hatin derxistin. Bav Lezgîn Bîngol diyar kir ku cenaze bi fermana dozgeriyê hatine derxistin û birine cihekî ne diyar.
Goristana Garzanê ya li Bedlîsê bi êrîşekê hovane bi temamî rûxandin. Di êrîşê de gor hatin xerakirin û cenazeyê şervana YPJ'ê Dîlan Bîngol a di berxwedana Kobanê de jiyana xwe ji dest da, cenazê 267 gerîlayan ji gorab hatin derxistin.
Bavê Dîlan Bîngol Lezgîn Bîngol li ser hesabê xwe yê medya civakî ev agahî parve kir: "Ev goristan di nava raya giştî de wekî 'Şehîdgeha Garzanê' tê naskirin. Ji ber ku di rojên dawî de hat gotin ku ev goristan ji aliyê hêzên ewlekariyê ve hatiye xerakirin, di 18'ê Kanûna 2017'an de min bi nivîskî serî li Waliyê Bedlîsê da. Cenazeyê keça min Dîlan Bîngol jî li wê goristanê hatibû veşartin. Di daxwaznameya xwe de min got ku dixwazim serdana gora keça xwe bikim, lewma min xwest hîn bibim bê li wê herêmê qedexeyek heye an na. Rayedarên dewletê diyar kirin ku ew herêm herêma cendirmeyan e û xwestin ku daxwaznameyê pêşkêşî wan bikim. Min jî daxwazname da cendirmeyan. Di 19'ê Kanûna 2017'an de cendirmeyan li min geriyan û gotin ku '267 cenazeyên li wê goristanê bi fermana dozgeriyê hatin derxistin û ji Saziya Tipa Edlî ya Stenbolê re şandin."
NAYÊ ZANÎN BÊ CENAZE BI KU VE BIRINE
Bîngol anî ziman ku li ser vê yekê di 20'ê Kanûnê de ji bo serdana gora keça xwe bike, ew çûye goristana li gundê Oleka Jorîn û wiha axivî: "Dema ku ez çûm goristanê, gora keça min ne li şûna xwe bû. Gor hatibû xerakirin û hestiyên cenaze jî ji gorê hatibûn derxistin. Li wê derê gor nemaye. Min bala xwe da gorên din jî ew jî bi heman rengî bûn. Bi kurtasî cenazeyê keça min jî di navê de, hemû cenaze ji wir birine. Di 21'ê Kanûna 2017'an de min serî li Serdozgeriya Komarê ya Bedlîsê da. Min hem cenazeyê keça xwe xwest, hem jî giliyê berpirsyaran kir. Ji ber ku cenazeyê keça min ji xwe bi destûrnameya neqil û veşartinê ya ji Saziya Tipa Edlî ya Rihayê wergirtî, me teslîm girt û li wê goristanê veşart. Li ser karê veşartina cenaze de lêpirsîn der barê min û hevjîna min de vekirin. Em li dadgehê hatin darizandin û em beraet bû. Tevî ku nasnameya keça min bi rengekî vekirî tê zanîn, birina cenaze nayê qebûlkirin. Xuya ye dozeke demdirêj li pêşiya me ye û em mafdar in."