ENQERE- Wezareta Dadê ji bo pirsa hejmara girtin û binçavkirina endamên DAIŞ’ê yên ji sala 2013’an heta niha çend e got “xebat û lêkolîneke taybet divê” û bê bersiv hişt.
Wezareta Dadê ji daxuyandina hejmara DAIŞ’iyên hatin binçavkirin û girtin û hikumxwarine reviya. Di çarçoveya Qanûna Mafê Agahîwergirtinê de serî li Navenda Ragihandinê ya Serokwezîrtiyê (BÎMER) hat xistin û hat pirsîn ku ji sala 2013’an ve ku bi biryara Desteya Wezîran DAIŞ ket lîsteya “rêxistina terorî”, hejmara DAIŞ’iyên heta niha hatine binçavkirin, girtin çend e. Lê belê wezaretê ji bo vê pirsê got ku “xebat û lêkolîneke taybet divê” û pirs bêbersiv hişt.
Di bersiva hat dayîn de wiha hat gotin: “Di serlêdana we de têkildarî mijarên daxwaza wan hatine kirin de; di madeya 7’emîn a Qanûna Mafê Wergirtina Agahiyan de hikma ‘ji bo belgeyeke ku xebat, lêkolîn an jî analîzeke taybet bivê dibe ku bersiveke neyînî bê dayîn’ heye û ji ber vê ji bo agahiyên ku daxwaza wan tê kirin xebat û lêkolîneke taybet divê. Ji ber vê daxwaza we bi cih nehatiye.”