ŞIRNEX – Derket holê Seroka Baskên Jinan a AKP’ê ya Şirnexê Hatîce Atan ku xwe wek keça manewî ya Erdogan dide nasîn, 11 sal in ji Îdareya Taybet a Bajêr a Şirnexê meaş werdigire.
Derket holê ku Hatîce Atan ku bi salan e li Şirnexê Serokatiya Baskên Jinan a AKP’ê dike, li Îdareya Taybet a Bajêr a Şirnexê wek xebatkar dixuyê. 11 sal in sîgortaya Atanê ji aliyê Îdareya Taybet a Bajêr a Şirnexê ve bi awayekî rêkûpêk tê razandin û her meh meaşê xwe werdigire. Atan di yekeya Xizmetên Gundan a girêdayî Îdareya Taybet a Bajêr de, wek xebatakar dixuyê. Hat diyarkirin ku qet neçûye saziya ku meaş jê werdigire.
QEYÛMA XEYRÎ FERMÎ YA ŞAREDARIYÊ YE
Atan ku xwe wek keça manewî ya Serokomar Recep Tayyip Erdogan lanse dike, serokatiya Komeleya Çand û Huner û Pêşvebirinê ya Birca Belekê jî dike. Ji 11’ê Îlona 2016’an roja ku qeyûm tayînî Şaredariya Cizîrê hatiye kirin heta niha Atan wek qeyûma xeyrî fermî tev digere û xebatên ku dike jî tim li ser medyaya civakî parve dike. Ji bilî şaredariyê di saziyên fermî yên din de jî gotina wê derbasdar e û tê diyarkirin ku Atan bi taybetî ji aliyê Erdogan ve hatiye peywirdarkirin. Atan di hemû xebatên şaredariyê de qurdeleyê jê dike û diaxive û her çi qas di şaredariyê de bernaveke wê ya fermî tune be jî di nûçeyên di malpera şaredariyê de bi taybetî navê we derbas dibe.
Atan di hemû prokolên fermî de di nav 5 navên ewil de cih digire û bi taybetî bandora wê li ser wergirtina kar a Îş-Kûr’ê heye. Li Komeleya Çand û Huner û Pêşvebirinê ya Birca Belekê, Navenda Tenduristiyê ya Bîşengê ya berê, Serokatiya AKP’ ya Cizîrê, Serokatiya AKP’ê ya Şirnexê û li avahiya şaredariyê ya berê ya li nav Keleha Cizîrê 5 ofîsên wê hene. Atan li van ofîsên ku tahsîsî wê hatine kirin tim wêneyên xebatên xwe parve dike û her wiha tim ji aliyê polîsên taybet ve tê parastin.
Atan bi wesayîtên plakaya fermî digere û tê diyarkirin ku bi taybetî di wergirtina kar de hewl dide bandorê li ser jinan bike. Hatibû îdiakirin ku beriya wergirtina karên Îş-Kûr’ê Atan endamtiya AKP’ê li kesên serîlêdanê pêk tînin dike. Hat diyarkirin ku Atan bi awayekî zêde serdana qursên Qur’anê yên li şûna dibistanên kurdî yên hatin girtin hatin vekirin dike. Atana ku Seroka Baskên Jinan a Şirnexê ye tim li Cizîrê ye û hat derpêşkirin ku xizmên xwe li gelek saziyên fermî bi cih kiriye.
Hat diyarkirin ku herî dawî Atan xwîşka xwe Akîset Atan ku ji beşa resman mezûn bûye li Gerînendetiya Nîvîsgeha Taybet a Şaredariya Cizîrê bi cih kiriye.