ŞIRNEX – Beriya serdana Serokomar Tayyip Erdogana Şirnexê, li navenda bajêr a Şirnexê tevdîrên ewlehiyê hatin zêdekirin. Di riyên ku dê Erdogan tê re derbas bibe de, piştî du salan şûnde paqijî û xebatên çêkirina rê hatin kirin.
Wê sibê bi beşdarbûyîna Serokomar Recep Tayyip Erdogan, Kongreya Asayî ya 6’emîn a AKP’ê ya Şirnexê pêk bê. Beriya hatina Erdogan li navenda bajêr tevdîrên ewlehiyê hatin zêdekirin. Nêzî hefteyekê ye li bajêr dorpêçkirineke ewlehiyî heye û ev di roja dawî ya beriya kongreyê de zêdetir bûye. Li noqteyên lêgerînê yên li têketin û derketina bajêr, çend rojên dawî lêgerîn zêde bûye û her wiha bi awayekî zêde liv û tevgera wesayîtên zirxî jî heye.
Her wiha li navenda bajêr jî gelek noqteyên venêrînê hatine çêkirin û li hemû kolanan notirvan hatine bicihkirin.
YEKO YEKO LI MALAN DIGERIN
Wê kongreya li Eywana Sporê ya Gerînendetiya Xizmetên Ciwanan û Sporê ya Bajêr ku li Taxa Gundogdûyê ye pêk bê. Ji ber vê li vê taxê tevdîrên ewlehiyê gelekî zêde ne. Ev du roj in polîs li hemû malan digerin û der barê kesan de agahiyan kom dikin. Her wiha polîs li hin malan lêgerînê jî dikin û di hefteya dawî de 10 kes binçav kirin.
PIŞTÎ 2 SALAN ŞÛNDE DEST BI XEBATAN KIRIN
Tevî tevdîrên ewlehiyê, her wiha riyên ku dê Erdogan di wan re derbas bibe jî tên paqijkirin û çêkirin. Qeyûmê tayînî Şaredariya Şirnexê hatiye kirin peyarêyên riyên ku dê Erdogan di wan re derbas bibe boyax dike û paqij dike. Her wiha li heman riyan konteynerên çopan ên nû jî hatin bicihkirin. Her wiha ev riyên ku dê Erdogan di wan re derbas bibe 2 sal in xerabe ne, lê belê ji ber ku wê Erdogan bê tên asfaltkirin.
Her wiha li navenda bajêr û navçeyên wê gelek pankart hatin daliqandin û bîlboard hatin xemilandin. Li taxên ku rûxandina wan didome, li înşeatên TOKÎ’yê pankart hatin daliqandin.
AKP’yiyên ku gelê bajêr vedixwînin kongreyê, propagandaya “Bila Şirnex Bajar Bimîne” dikin.
Wê kongre roja şemiyê saet di 15.00’an de bê lêdarxistin.