Li zanîngehan jî Meclîsên Jinan hatin avakirin

  • jin
  • 09:08 22 Kanûn 2017
  • |
img

STENBOL- Xwendekarên jin ên li zanîngehan li hemberî şidetê xwe birêxistin dikin, Meclîsên Jinan ên Zanîngehê ava kirin. Yek ji endama meclîsê xwendekara Zanîngeha Stenbolê Dîlara Gevrek wiha got: “Êdî jin ne di pozîsyona kesên digirîn û mexdûr dibin de ne, êdî dikevin pozisyona mudaxilekirinê.” 

Piştî li hemberî terhên jiyana wan êrîş zêde bûn, jin bi dirûşmeya “Dest nede kincên min” di 29’ê Tîrmeha 2017’an de li Parka Demokrasî ya Maçkayê forûmek li dar xistin û di vê forûmê de biryara avakirina meclîsên jinan dan. Piştî vê biryarê li gelek bajaran jin xwe birêxistin kirin û niha ji wan jinan hin jê li zanîngehan jî meclis ava kirin. Jinan ewil li zanîngehên bajarên Eskîşehîr, Stenbol, Îzmîr, Enqereyê meclis ava kirin û hewl didin ku vê yekê li tevahiya bajarên Tirkiyeyê berbelav bikin. 
 
Xwendekara Zanîngeha Koçê Rojda Aslan anî ziman ku di serdemeke ku jin bi êrîşên dijwar re rû bi rû dimînin de wan Meclîsa Jinan ava kiriye. Aslan dest nîşan kir ku piştî wan meclis ava kiriye ewil li dijî “Qanûna Miftîtiyan” têkoşiyan e û ev tişt gotin: “Li gel hemû bertekên jinan jî ev qanûn ket meriyetê. Paşê Qanûna Jimare 6284 a Qanûna Parastina Jinan ket rojeva me.” 
 
‘JIN DIBIN KIRDE’ 
 
Aslan, diyar kir ku piştî wan meclîsên jinan ava kiriye, ji gelek bajar û navçeyan pêşniyar hatine û wan di çarçoveya van pêşniyaran de li gelek bajaran meclis ava kirine. Aslan got ku wan di pêvajoyeke wisa de Meclîsên Jinan ên Zanîngehê ava kirin. Aslan bi lêv kir ku ji ber li Tirkiyeyê herî zêde jinên ciwan bi êrîşan re rû bi rû dimînin, wan Meclîsên Jinan ên Zanîngehê ava kiriye û bi vê yekê re ew li zêdeyî 10 zanîngehan birêxistin in. Aslan got ku ew li her derî jinan digihînin hev û ev tişt gotin: “Jin wek kirdeyeke polîtîk fikrên xwe beyan dikin, biryarên xwe bi hev re didin.” 
 
Xwendekara Zanîngeha Stenbolê Dîlara Gevrek jî anî ziman ku meclîsên jinan mekanîzmayeke polîtîk in. Gevrek got ku ew dozên jinên ku tên kuştin, şidet li wan tê kirin, bi îstismarê re rû bi rû dimînin, dişopînin û ev tişt gotin: “Jin dişopînin, parêzer beşdar dibin. Em bi vî awayî de bi ser merciyên îdarî û siyasî de diçin. Her wiha ji ber di dozên cinayetên jinan de cezayê kiryaran tê daxistin û ji bo em rê li ber vê bigirin em vê yekê dikin.” 
 
'JIN BI MECLÎSAN DIBIN PERÇEYEK JI TÊKOŞÎNÊ’ 
 
Gevrek, anî ziman ku ji roja ku wan meclis ava kiriye heta niha ew bi bertekên erênî yên jinan re rû bi rû dimînin û ev tişt gotin: “Di meclîsên me de ji her derdorê jin hene. Jin bi meclîsan dibin perçeyek ji têkoşînê. Êdî jin ne di pozisyona kesên digirîn û mexdûr dibin de ne, êdî dikevin pozîsyona mudaxilekirinê. Di meclîsê de mêr pirsgirêkên der barê jinan de nîqaş dikin û biryarê didin. Lê êdî jin dibêjin ‘di pirsgirêkên der barê me de êdî em hene. Em muxatab in. Em ê biryarê bistînin û bisepînin. Em ê bi hev re bikin.’ Çimkî jinan dîti ku di Rewşa Awarte de hejmara jinên tên kuştin zêde dibe. Ji ber vê li hemberî çewisandin û êrîşan bi meclîsan tê dikoşin.” 
 
BANGAWAZΠ
 
Geverek diyar kir ku niha Qanûna Jimare 6284 a Qanûna Parastina Jinan di rojeva wan de ye û wiha bang li hemû jinan kir: “Qethiyen jin ne bi tenê ne. Em jin em ê hemû li hemberî vê têbikoşin. Wê tu şidet di tariyê de nemine. Bi rastî jî ji bo di tariyê de nemine, çi ji destê me bê em ê bikin. Ji ber vê ji bo têkoşînê bang li hemû jinan dikim.” 
 
MA / Sadiye Eser 
 

Sernavên din

22/12/2017
19:53 Ji bo Rojnameger Rizgar merasima heybet
19:11 Di doza pitika 38 rojî de biryar hat dayîn: Cezayê muebeta giran li du bersûcan hat birîn
17:00 Ciwanê polîsan ew kuştin hat definkirin
16:32 Cezayê salekê li hevserokê berê yê DBP’ê hat birîn
16:20 Jinan Taybet Înan li kolana lê hat kuştin bibîr anîn
16:16 Sûriyê xwest Tirkiye demildest leşkerên xwe vekişînin
16:12 HDP'ê êrîşa li dijî Goristana Garzanê bir meclisê
16:10 Akademisyen: Divê yên di xwîna me de xwe dişon bên darizandin'
15:54 Dîroka Kongreya Diyalogê ya Neteweyî ya Sûriyeyê diyar bû
15:51 ‘Berpirsyarê nekomkirina delîlên kuştina Elçî dozger e’
15:45 Hem Bîryardariya Ehemdê Xanî hilweşandin û hem pesnê wî dan
15:44 Polisan li korîdora edliyê li zarokan xist
15:35 Welatî li Çemçemal û Ranya daketin kolanan
15:17 Ji ber reng û sembolan doz li kekê Kaya vekirin
14:58 Li Kolana Yukselê 409 roj
14:45 Rêxistinên ked û pîşeyî: Em ji pergala taşerontiyê bi guman in
14:42 Akademisyen: Me nekarîbû çavê xwe ji cenazeyê Taybet re bigirtaya
14:40 Polîsan dawetên li kolanan jî qedexe kir
14:27 Taybet Înan li Rihayê hat bibîranîn
14:20 Bayar ê di Komkujiya 10'ê Cotmehê de birîndar bû, jiyana xwe ji dest da
14:02 Di xerabeyên Heranê de serşokek Eyubiyan hat dîtin
13:44 Baran ê ku wêneyê merasîma Elçî parve kiribû derket pêşberî dadger
13:34 Rojnameger Ertaş ji bo ji kuştina 102 kesan re got 'qetlîam' 15 meh ceza xwar
13:25 Li dijî qedexeya pirtûkan nivîskar berhemên xwe dinvîsin
13:24 Ji bo Gulmen û Ozakça daxwazname şandin Komîsyona OHAL’ê
12:35 Doza JÎTEM'ê ya Enqereyê: Daxwaza guhdarkirina Çîller û Yilmaz red kirin
12:28 Xwestin karmend û cerdevan mecburî beşdarî kongreyê bibin
12:27 Gorgun: 'Mizgîniya kadro' sozên vala ne
12:04 Ji 4 sûcên cuda li Berdevkê ÎRA’yê Boltan doz vekirin
11:44 Arslan: Daxwazên gel bi şidetê bitepisînin dê kaos kûrtir bibe
11:30 Dayika 55 salî hat girtin
11:24 Malbata Ocalan ji bo hevdîtinê daxwazname dan
11:00 Zarok: Dayê gardiyan qet hez ji me nakin
10:54 Merasîma cenazeyê Adanmiş dê li Qamişlo bê lidarixstin
10:45 Bi îdîaya ‘Ewlekariya jiyanê’ girtî kirin hucreyê
10:31 Zaroka keç bi îstismara 2 zilaman re rû bi rû ma
10:24 'Em budçeyek ji bo şer naxwazin’
10:11 Berxwedana gelê Katalonyayê bi ser ket
09:47 Bi hunerê kolanan xweşik dikin
09:43 Goristan rûxandin bi sedan cenaze birin
09:31 Komîsyona derbeyê belge ji CHP û HDP'ê ranegihand
09:20 Sufyanî yê fîlîstînî: Bila Erdogan soza xwe bi cih bîne
09:18 Der barê Malakaniyên qet çekan hilnagirin de çend tiştên nayên zanîn
09:13 Hevşaredar Kok: Ji bo xizmeta gel ne şert e mirov şaredar be
09:12 Bi hinceta di girtîgehê de govend gerandiye, li girtiyê felcî lêpirsîn hat vekirin
09:11 Wezaretê bi hinceta ‘xebatek taybet’ hejmara DAIŞ’iyên girtî aşkere nekir
09:11 Seroka Baskên Jinan a AKP’ê meaşê xwe ji dewletê distîne!
09:10 Şirnex beriya hatina Erdogan hatiye dorpêçkirin!
09:09 Mehmet Ocalan: Ji bo çareserkirina pirsgirêkan divê em Ocalan azad bikin
09:08 Li zanîngehan jî Meclîsên Jinan hatin avakirin
09:08 Ew 'Şertên welat' ên heqdesta kêmtirîn diyar bikin çi ne?
09:00 ROJEVA 22'YÊ KANÛNA 2017'AN
21/12/2017
18:15 Der barê dosyeya nûçegîhana me Taşkinê de 'biryara sînordarkirinê'
16:55 Siyasetmedarên DBP’î hatin berdan
16:36 Malbatên Roboskî banga tevlîbûna bîranîna salvegera komkujiyê kir
16:29 AYM’ê serlêdana Demirtaş red kir
16:10 Nobeta Edaletê: Elimîn girtîgeh bi xwe ye
16:09 Meltem Cumbul çû serdana Ozakça û bi hev re stran gotin
16:03 2 jin li Rihayê kuştî hatin dîtin
16:00 Cara 715’an serlêdana parêzerên Ocalan hat redkirin
15:52 Prof. Kaboglu: Ji ber polîtîkaya hikumetê xendek hatin kulan
15:50 Akademîsyenên Aştiyê: Îro jî ez dê îmze bikim
15:27 Kesê îstîsmara zayendî pêk anî hat binçavkirin
15:04 Maşînê li rêwiyan xist û 2 kes kuştin
14:57 'Aqlê 'Kerbela û Mereş dan jiyîn heman in'
14:55 Leşkerê gule berda Medenî Yildirim vê carê înkar kir
14:51 ‘Dewlet ji bo berjewendiyê karmendan saziyan tune dihesibîne'
14:35 Dozên wekîlên HDP’ê Onder û Pîr hatin dîtin
14:08 'Divê em li dijî OHAL'ê tora hevpar ava bikin'
13:54 Waliyê Êlihê ‘Konsera Gel’ guncav nedît
13:35 Wekîla HDP'ê ya girtî, pirsgirêkên xebatkarên girtîgehê bir meclisê
12:14 Parêzerên Ocalan 715 car serî li dozgeriyê didin
12:09 ÎRA ji bo rojnameger Rizgar Adanmiş sersaxî xwest
11:31 Danişîna doza akamedîsyenên aştiyê dest pê kir
11:23 Projeya Parka Golcukê birin dadgehê
11:12 Sadak: Ji bo demokrasî û aştiyê divê tecrîd rabe
10:53 Girtiyê li malbata xwe geriya: Bi ceryanê îşkenceyê li me dikin
10:40 Nivîskar Tunç: Komkujiyên li dijî kurd û elewiyan hêj didomin
10:34 Dayika Araç: 2 diranên wî şikestî bûn, xwe nekuşt, ew kuştin
10:26 Li Avustralyayê bi wesayîtê êrîşî koma mirovan kir
09:08 Zarok bû zewicandin, bi salan şidet dît: Li dijî tundiyê têbikoşin
09:07 Turk ê 7 caran hat girtin: Hikumet guherîn lê nêzîkatî neguherîn
09:06 Îdiaya ‘Mala Artêşê dewrî TURGEV'ê kirin'
09:05 Rewşa esnafên Sûrê ne tu rewş e
09:04 AKP'ê 10 salin nexweşxaneyek ava nekirin
09:04 Hamzaoglû: Li kuderê pirsgirêk hebe wê HDK li wê derê be
09:00 ROJEVA 21'Ê KANÛNA 2018'AN
07:19 Di doza Manîsayê de 25 HDP'î hatin berdan
20/12/2017
18:47 Nûçegihana me Taşkin hat binçavkirin
17:20 Leşkeran sewqî Çiyayê Bagokê dikin
16:55 Girtiyan piştgirî da kampanyaya 'Hezar Malbatên Xwişk û Bira'
16:34 Welatiyê 70 salî binçav kirin
16:26 Doza rojnameger Kaya taloq bû
16:25 Rojnamegerê cînayeta Anter leklîn kir: Miroglu got 'Bi vî karî re mijûl nebe'
16:15 Baroya Amedê malbata Murat Araç ziyaret kir
16:11 Li 54 girtîgehan bi 238 girtiyan re axivîn: Îşkence dewam dike
15:50 ‘Em qêrîna jinan bê xwedî nehêlin’
15:47 Rêveberê TUHAD-FED'ê nehat berdan
15:34 Goran û Komela Îslamî ya Kurdistanê ji hikumetê vekişiyan
15:19 Nûçegihanê ANHA'yê Rizgar Adanmiş jiyana xwe ji dest da