ŞIRNEX - Malbatên Roboskî bi armanca bîranîna salvegera komkujiya Roboskî, banga tevlîbûnê li raya giştî kirin.
Malbatên Roboskî yên di 28’ê Kanûna 2011’an de li gundê Roboskî ya navçeya Qilebana Şirnexê di bombebarana balafirên şer de 34 zarokên wan hat qetilkirin, di hefteya 312’an de çalakiya xwe ya edaletê pêk anîn. Malbatên Roboskî li ser gorên zarokên xwe kom bûm û daxuyanî dan çapemeniyê. Li ser navê malbatan Velî Encu axivî û diyar kir ew çalakiya xwe ya edaletê bi biryarî didomîn in û wiha got: “312 hefteye em heman daxwazê dikin. Bila doza Roboskî di tarîtiyên Enqereyê de winda nebe. Bila kujer derbikevin pêşberî dadgehê.”
Encu, anî ziman 34 welatiyên hatin qetilkirin dihat zanîn ku sivîlin û ligel vê yekê bombebaran pêk anîn û wiha berdewam kir: “Di doza Roboskî de jî diyar bû ku hemû rayederên leşkerî dizanîn 34 kes sivîlin. Lê ev yek ji bo dadgehên Tirkiyeyê nebû sedema ceza kirinê û 6 sal, 312 hefte û 2185 roj derbar bû, lê hîna jî kujer ne hatin darizandin.”
‘DOZ BI YEKGIRTÎ DI TARÎTIYÊ DE HIŞTIN’
Encu, bi bîrxist ku doza Roboskî ji Komîsyona Mafên Mirovan a TBMM’ê heya Dadgeha Makezagonê bê encam hat hiştin û ev tişt got: “Doza Roboskî bi yekgirtina hemûyan di tarîtiyê de hat hiştin û hîna jî ev yek tê domandin. Li Tirkiyeyê ji bo qetilkirina 34 kesan hewcehî bi darizandinê nedîtin. Em jî neçar man me doza Roboskî bir AÎHM’ê.”
‘JI MEREŞÊ HEYA ROBOSKÎ KOMKUJÎ BÊN RONÎKIRIN’
Encu, da zanîn ku ew ê bi dirûşmeya “Ji Mereşê heya Roboskî hemû komkujî bên ronîkirin û kujer bên darizandin” bîr anîna salvegera Roboskî lidar bêxin û raya giştî vexwendin çalakiya bîr anînê kir.