STENBOL – Serlêdana daxwaza hevdîtina parêzerên Ocalan a bi muwekîlê xwe re cara 715’emîn ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Bursayê ve hat redkirin.
Ji parêzerên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, Îbrahîm Bîlmez, Ebru Gunay û Mazlum Dînç bi boneya bi muwekîlê xwe re hevdîtin pêk bînin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê dabûn. Serlêdana daxwaza hevdîtina parêzeran bi hinceta sînorkirina danîne ser hikûmxwaran hat redkirin.
Bi vê biryara astengkirinê re hevdîtina li gel Ocalan ji 27’ê tîrmeha 2011’an ve 715 car bi hincetên “Muxalefeta hewayê”, “Keştî xerabe ye”, “Keştî di tamîrê de ye” û “Rewşa Awarte” tê astengkirin.