STENBOL - Hiqûqnasê Makeqanûnê Prof. Dr. Îbrahîm Kaboglu, diyar kir ku ji ber 'Danezana aştiyê weşandiye?' bûne armanca êrîşê, wekî ku tê gotin ne ji ber Danezana Aştiyê, ji ber polîtîkaya hikumetê li herêm xendek hatine kolandin.
Akademîsyenên aştiyê ji ber ku îmze avêtin bin "Danezana aştiyê" der barê wan de doz hat vekirin, danişîna dozê li 33'yemîn û 36'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê dewam dike. Tavfîk Hakan Ontgan yê ji Zanîngeha Stenbolê hat îxrackirin, li 36'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê derket pêşberî dozger. Danişîna ku Ongan mudafîl lê amade bûn, Prz. Arin Gul Yenîaras mafê axaftinê girt û daxwaza beraetê kir.
Dûre dozger mutaleya xwe aşkera kir, daxwaza beraetê red kir. Parêzer û Ongan xwestin demê bidin wan, heyeta dadgehê doz taloqî 5'ê Nîsana 2018'an kir.
DANIŞÎN HAT TALOQKIRIN
Piştre doza Sînan Yildirim ê ji Zanîngehya Stenbolê hat dîtin. Yildirim tev li dozê nebû, parêzer Fuat Ekîn amade bû. Ekîn xwest Yildirim bê beraetkirin, dosya bibin yek û di çarçoveya 301'an de ji Wezareta Edaletê destûrbê xwestin.
Heyeta dadgehê, daxwaza parêzer a bi hevakirina dosyayê û beraetê red kir û doz taloî 26'ê Nîsana 2018'an kir.
DOZÊ BI NÎQAŞAN DEST PÊ KIR
Piştre danişînê bi doza Prof. Dr. Îbrahîm Kaboglu dewam kir û ji ber kêmkirina parêzeran nîqaş derket. Di nav de Serokê Baroya Amedê Ahmet Ozmen jî heyî, qasî 20 parêzeran xwestin bikevin dozêi Serokê Dadgehê Hakan Ozer, ji derveyê 3 parêzeran xwest yên din derbasî beşa temaşeyê bibin. Parêzer Arzu Becerîk li dijî biryara dadgehê mafê axaftinê girt û aşkera kir ku biryar ne rast e.
'OHAL TUNE BÛYA DÊ EV DOZ JÎ NEBÛNA’
Pişt re Kaboglu parastinê kir û ewil pêvajoyê nirxand. Kaboglu wiha got: “Yên îmze avêtine bin belavoka aştiyê narevin li vir in. Ne diyar e ka darizandinê ji 301’ê dikin TMK’ê 7/2 dikin. ev jî ne zelal e. Angaştname kopya dikin û dizeliqînin. Heke ku hewldana derbayê pêk nehata dê navê wî di lîsteya KHK’ê de tune bûya. Heke ku OHAL tune bûya wê ev doz jî nebûna.”
‘EV ANGAŞTNAME BI PIRSGIRÊK E’
Kaboglu da zanîn ku li dijî akademîsyenên îmze avêtine belavoka aştiyê li dijî wan kampanyayên lîncê hatine destpêkirin û der barê van kesên vê kampanyaya lîncê bi rêve birine tiştek nehatiye kirin. Kaboglu wiha dirêjî da parastina xwe: “Ev angaştname bi awayê hiqûq angaştnameyek gelek bi pirsgirêk e. Dozger naxwaze rastiya angaştên di belavokê de nîqaş bike. Di navê belovaka aştiyê de jî diyar dibe ku ev tenê daxwazek e. Ji bo weşandina belavokê em hedef hatin nîşandan. Peywîra dewletê ne kuştin e, parastina jiyanê ye. Destûr nayê dayîn ku Komîsyona OHAL’ê bixebite.”
GOTINAN HILDIBIJÊRIN
Di lêpirsîna azadiya ramanê de bi giştî divê gotin bên dest girtin. Gotin tên hilbijartin. Bang aştiyê, bi rêya rexnekirina hêza çemawerî hat kirin. Li Tirkiyeyê berê, ji ber gotina “komkujiyê” gelek kes rastî cezayan hatin. Lê di AÎHM’ê de, ji bo van bûyeran biryara îhlalkirinê da.
ÎMZE KIRIN HEDEF
Piştî belavok di raya giştî de hat belav kirin, berî hemû kesê Serokomar, gelek endamên partiyên siyasî sînorên xwe derbas kirin û di serî de di medyay civakî de heqaret li em kirin û gef li me xarin. Vê rewşê hem kirin hedef. Divê ev doz ji bo serlêdanan Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê, nebe dozekê ku heya hiqûnên navxweyî biqede. Divê neyê ji bîr kirin ku ramana mafê mirovan gerdûniye, lê çalakî û pêkanîn herêmîne Ji ber vê yekê biryara hûnê bidin, dê qet ne qanûnî be."
Piştî parastina Kaboglu parêzerên wî xwestin demildest bê beraet kirin. Piştî parastinan şandeya dadgehê, daxwaza demildest a beraetê red kir, bi daxwaza kirina yek ji 13’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê girtek xwestin û biryara guhdarkirina polîsan da.
Danişîn taloqî 26’ê Nîsana 2018’an kirin.