ÎZMÎR - Li Dîkîliyê 7 xwendekar bi îstismara zayendî ya peywirdarê yurdê O.F. re rû bi rû man û li ser giliyê malbatan O.F. hat binçavkirin.
Li navçeya Dîkîliya Îzmîrê peywirdar O.F., li yurdeke taybet tecawizê 7 xwendekaran kir, li ser giliyên malbatan O.F. binçav kirin. Bûyera îstîsmarê li ser giliyên malbatên zarokên derket holê. Di çarçoveya lêpirsînê de O.F. hat binçavkirin.
Hat diyar kirin ku O.F. birine Miduryeta Polîsan a Dîkîliyê û lêpirsîna derbarê wî de didome. Hat diyarkirin ku tecawizkar li yurdê peywirdarê perwerdeyê ye.