AGIRÎ - Li Navçeya Dutaxê ya Agiriyê maşînê li rêwiyên li ser rê rawestiyabûn xist û 2 kes kuştin. Di qezayê de 4 kes jî birîndar bûn.
Li ser rêya Dutaxê ya Agiriyê maşîneyekê li rêwişên rawestgehê sekinîbûn xist û 2 kes kuşt û 4 kes birîndar kirin. Maşîna ku ajokar û plakeya wê nehat diyarkirin piştî qezayê ji cihê bûyerê reviya. Piştî qezayê cenazeyê 2 kesên hatin kuştin û 4 kesên birîndar bûn rakirin nexweşxaneya Dewletê ya Agiriyê. Leşkeran jî ji bo ajokar bigirin dest bi lêgerînê kirin.