EDENE - Li Edenê Elewiyan ji bo bîranîna Komkujiya Mereşê çalakî lidarxistin û diyar kirin ku aqlê komkujiya Kerbela, Agirî, Koçgirî, Dêrsîm û Mereş pêk anîn heman in.
Platforma Elewiyan a Edenê, ji bo bîranîna Komkujiya Mereşê li Şaxa Komeleya Elewiyên Demokratîk (DAD) çalakiye lidarxist. Gelek komeleyên Elewiyan, sendîkayan û rêveberên HDP’ê beşdarî çalakiyê bûn. Ji bo bîranîna kesên jiyana xwe ji dest dayîn çira hatin pêxistin, bi sazêre stran hatin gotin.
Di çalakiyê de Hevserokê Şaxa DAD a Edenê Zeynel Kete axivî û diyar kir ku elewiyên Mereşê di komkujiyê re derbas kirin û ev ji aliyê desthilatdariyê ve hat kirin. Hevseroka Şaxê Gulîzar Polat jî, diyar kir ku li ber çavên dewletê komkujî pêk hat û wiha got: “Aqlê ku komkujiya Kerbela da jiyîn, li Agiriyê Pîr Sultan bi sêdarê ve kir, komkujiyên Koçgirî, Dersîm û Mereşê pêk anîn, heman in.”
'EMÊ HESAP BIPIRSIN'
Polat, bertek nîşanî qedexeyên Waliyên Mereşê da û wiha bi dawî kir: “Em ê, welatê xwe tu carî teslîmî hêzên paşvero, faşîst û şoven nekin. Her sala derbas bibe emê zêdetir bibin û hesabê komkujiyê bipirsin. Bi vê armancê, em bang li hemû kesê dikin têkoşîna xwe mezintir bikin.”