AMED - Leşker Adem Çiftçî yê di çalakiya mertalên zindî ya li dijî avakirina qereqolan a 2013'an de gule berda çalakgeran û çalakger Medeni Yildirim kuşt, di îfadeya xwe ya îro de gotinên berê înkar kir. Çiftçî vê carê got min gule bernedaye.
Rûniştina doza cinayetê Medenî Yildirim ê gundê Hezanê ya Lîceya Amedê ji aliyê leşkeran ve hat kuştin, li 7’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat dîtin. Leşkerê bersûc Adem Çiftçî yê Dadgeha Îstinafê biryara der barê wî de xera kiribû ji nûve hat darizandin û dîsa derket pêyberî heyeda dadgehê. Leşker Adem Çiftçî ku serbest tê darizandin, der barê wî de heta 18 salan ceza te xwestin. Çîftçî bi riya SEGBÎS'ê ji Kocaeliyê tev li danişîna doze bû. Dayika Medeni Yildirim ê hat kuştin Fahriye Yildirim û birayê wî Mehmet Yildirim, parêzerên malbata Yildirim, parlamenterê HDP'ê Nimetullah Erdogmuş, Hevserokê HDP'ê yê Amedê Mehmet Şerif Camci û gelek kesên din li salonê amade bûn. Çiftçî parastin kir û îfadeya xwe ya berê paşve kişand. Di girteka îfadeyê ya berê de gotibû “Di dema çalakiye de gule berda" Çiftçî niha jî parast ku wî bi tu awayî gule bernedaye û bi şaşî derbasî girtekan bûye.
Parêzerê Adem Çiftçî jî parast ku îfadeya wekîlê wî kêm hatiye derbaskirin û biryara Dadgeha Îstinafê qebûl nakin. Parêzer parast ku muwekilê wî divê destûr bê girtin û bê parastin û heta destûr tê girtin xwest darizandin bê rawestandin.
EM DÊ DOZÊ BIŞOPÎNIN
Birayê Yildirım Mehmet Yildirim jî anî ziman ku di navbera îfadeya leşker a berê û niha de nakokî hene û diyar kir ku guleya li Medenî ketiye ji çeka Biksî hatiye avetin û wiha got: "Di dîmenan de piştî gule li Medeni dikeve dikeve xwar. Dema hewl dide rabe ser piyan vê carê bi bombeyên gazê mudaxale dikin. Ez dixwazim hemû berpirsiyar bên darizandin. Ez bi glî me."
Dayika Medenî Yildirim Fahriye Yildirim jî telefona destê xwe rakir û got: "Ger ku ev telefon bixebitiya dê bihata ditin ku hemû gotinên Adem Çiftçî derew in. Min ev dîmen nişanî dozger jî dan. Di danişîna berê de bersûc qerfê xwe bi me kir. Leşker Adem di îfadeya berê de got 'Du çadir di navbera me de hebûn. Niha jî dibêje çadir di navbera me de tune bûn. Destûr nedan li cihê bûyerê lêkolin bê kirin û keşif bê kirin. Dît ku nikare xwe biparêze niha her tiştî înkar dike. Niha dibêje wîcdanê min rehet e. Em jî dipirsin gelo wîcdanê wî heye? Her kesî gule davêt hewa. Lê wî gule davêtin Medenî. Ez dayik im û 4,5 salin kezeba min dişewite. Ez dixwazim biryarek bi edalet derkeve. Adem Çiftçi, fermandarê qereqolê û leşkerên din qatilê kurê min in. Heta dilopa dawî ya xwîna xwe ez dê dozê bişopînim.
Parêzera malbatê Reyhan Yalçindag Baydemir jî pirsa "Ji bo gule berdin ferman hat dayîn ya na? pirsî. Çifti, "Çeka Biksî û çekên din bê ferman jî em dikarin guleyan berdin. Ger ku ez terorîstan bibînim. Hewce bi fermana fermandar tune ye." Prz. Yalçindag pirsa kê ferman da pirsî. Leşker Çiftçî jî got "Nayê bîra min. Ez tenê tegmen Mustafa dizanim."
Prz. Yalçindag, diyar kir ku Dadgeha Asliye Ceza ya Lîcê biryar da ku di 20'e Adara 2018'an de li cihê bûyerê keşif bê kirin û wiha got: "Ew dîrok ji bo keşifê ne dîrokek guncav e." Prt. Yalçindag da zanîn ku tevî daxwazên wan bersûc heta niha girtî nehatiye darizandin û ev yek nayê qebûlkirin. Piştî parastinan heyeta dadgehê biryar da ku keşfa di 20'ê Adarê de bila pêşdetir bê kirin û ji bo vê yekê xwest nivîs ji dadgehê re bê şandin. Dîsa dadgehê biryar da ku bersûc azade û kare beşdarî danişîna dozê nebe jî. Ji bo kêmasiyên dosyayê bên temamkirin biryar da û doz taloqî 22'ê Gulana 2018'an kir.
Li gundê Hêzan a girêdayî navçeya Licê ya Amedê di 28’ê hezirana 2013’an de di protestoya qereqol û kalekolan de leşkeran gule reşandibû û Medenî Yildirim hatibû kuştin û 8 kes jî birîndar bûbûn. Piştî êrîşê li cihê protestoyê lêkolîn hat kirin û 317 qewanên fişekên leşkeran hat dîtin. Li ser berteka mezin a raya giştî Wezîrê Karê Hundir bi boneya lêpirsîna bûyerê mufetîşên Mulkiyeyê şand Licê. Di Rapora Pêşîn a Lêkolînê ya ku ji aliyê mufetîşan ve hat amadekirin, lixwe mikûr hatina “Fermana gule berdin min da” ya Fermendarê Qereqola Leşkeran a Kayacık Mustafa Ozturk di raporê de cih girt. Dozgeriya Komarê ya Licê ku têkildarî bûyerê lêpirsîn bi rêve dibir bi biryara “Bêwezîfetî” şand Serdozgeriya Komarê ya Amedê. Biryara nepen ku danîn ser dosyeyê piştî du salan îdianameya Yildirim hat amadekirin. Di îdianameyê de bersûcek tenê leşkere 23 salî Adem Çîftçî hat nîşandan û ji sûcê “Di bin tahrîka bêmaf de muhtemala bi zanebûn kuştin” doza bi xwestina heta 18 salan ceza hat vekirin.