AMED - Doza der barê parlamenterên HDP’ê Sirri Sureyya Onder û Ziya Pîr de hatibû vekirin hat dîtin. Dadgehê, biryar da ku fezlekeya der barê Pîr de hatî amadekirin ji Serdozgeriya Komarê ya Amedê bê xwestin, der barê Onder de jî daxwaza west a parêzeran qebûl kir û doz taloqî meha Adarê kir.
Doza derbarê Parlamenterê HDP’ê yê Enqerê û endamê Heyeta Îmraliyê Sirri Sureyya Onder ku di operasyona hemwext a li dijî parlamenter û Hevserokên Giştî yên HDP’ê di 4’ê Mijdara 2016’an de hat binçavkirin û bi şertê “Kontrola edlî” berdan, hat dîtin. Di dozê ji Onder re 40 sal û 6 meh cezayê girtîgê tê xwestin.
3’yemîn danişîna dozê di 8’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat dîtin. Onder beşdarî dozê nebû, parêzerên wî Ferhat Kilinç û Reyhan Yalçindag Baydemîr beşdar bûn. Parêzeran di danişînê de paratin kirin û xwestin ji bo li dijî rapora kesê tê zanîn parastê amade bikin dem xwestin. Dadgehê dem da parêzeran û doz taloqî Adarê kir.
DÊ FEZLEKÊ BIXIN DOSYEYA DOZÊ
3’yemîn danişîna doza Parlamenterê HDP’ê yê Amedê Ziya Pir ku ji ber axaftinên wî yên di navbara salên 2015’an û 2016’an de kirin hat vekirin li 8’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat dîtin. Di dozê 33 sal cezayê girtîgehê ji Pîr re tê xwestin. Di dozê de parêzer amade bûn. Dozgerê danişînê destpêkê axivî û xwest fezlekeya derbarê Pîr de hatî amadekirin ji bo mînakek wê di dozê de hebe, ji Serdozgeriya Komarê ya Amedê bê xwestin.
Dûre parêzer Reyhan Yalçindag Baydemîr parastin kir û wiha got: “Di vê dosyeya muwekîlê min de bi giştî 4 axaftin û 3 fezleke hene. Daxwazên pirsyariyên me hene. Ji bo em parastinê amade bikin em dem dixwazin.” Piştî navberê şandeya dadgehê, doz taloqî Adarê hat kirin.