STENBOL - Parêzerên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, ji bo bi miwekîlê xwe re hevdîtinê pêk bînin, cara 715'emîn serî li Serdozgerê Komarê yê Bursayê dan.
Parêzerên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan Îbrahîm Bîlmez, Ebru Gunay û Mazlum Dînç, ji bo bi miwekîlê xwe re hevdîtinê pêk bînin, serî li Serdozgerê Komarê yê Bursayê dan. Bi vê serlêdanê re, ji 27'ê Tîrmeha 2011'an vir ve parêzeran 715 caran ji bo hevdîtinê serlêdan kirin.
Parêzer ji 27'ê Tîrmeha 2011’an vir ve 714 caran serlêdan kirin û hemû serlêdanên wan bi hinceta "Hewa xirab e", “Keştî xirabe ye”, “Keştî nehatiye temîrkirin” û “OHAL heye" serlêdanên wan tê redkirin.