NAVENDA NÛÇEYAN - Înîsiyatifa Rojnamegerên Azad (ÎRA), ji bo Rojnameger, Nûçegîhanê ANHA û xebatkarê Stêrk TV Rizgar Adanmiş ê pişti êrîşa DAIŞ'ê ya li Dêra Zorê birîndar bû û jiyana xwe ji dest da ji hemû hevalên wî û malbata wî re sarsaxî xwest.
Înîsiyatifa Rojnamegerên Azad (ÎRA), ji bo Rojnameger, Nûçegîhanê ANHA û xebatkarê Stêrk TV Rizgar Adanmiş ê pişti êrîşa DAIŞ'ê ya li Dêra Zorê birîndar bû û jiyana xwe ji dest da peyama sersaxiyê weşand. ÎRA di peyamê de diyaji hemû hevalên wî û malbata wî re sarsaxî xwest. ÎRA, diyar kir ku rojnamegerên li pey heqîqetê herî zêde li qada şer rastî zext, zordarî êrîşanên dagirker, mêtînger, desthilatdaran tên û tên kuştin û wiha got: "Ji ber ku hêzên desthilatdar dixwazin li gorî berjewendiyên xwe pergalekê ava bikin û rojnamegerên rastiyan ronî dikin ji bo berjewendiyên wan dibin asteng, rojnamegeran dikin hedef. Kedkarên çapemeniya azad yên li pey heqîqet û ronahiyê her tim bûne hedefa dagirker û hevkarên wan. Tevî hemû zilm û zorê jî kedkarên ragihandina azad dest ji riya heqîqet û ronahiyê bernedan û bi îddîayeke mezin li pey rastiyan beziyan. Hevpîşeyê me Rizgar Adanmiş, Dilîşan û Hogir yên dema pêngava Bagera Cizîrê dişopandin rastî êrîşê hatin û jiyana xwe ji dest dan jî bûn şopdarên rastî û ronahiyê. Weke Gurbetelî Ersoz, Denîz Firat, Nûjiyan Erhan hemû hempîşeyên me yên din, Rizgar, Dilîşan û Hogir jî şopên mezin yê berxwedanê bi raya giştî re parve kir."
ÎRA, anî ziman ku DAIŞ’ê di 12’ê Cotmeha 2017’an de li herêma Dêra Zorê li dijî sivîlan komkujiyek pêk anîn, nûçegîhanê Ajansa Nûçeyan a Hewarê (ANHA) û xebatkarê Stêrk TV Rizgar Adanmiş li cihê bûyerê bûn û wiha got: "Di vê êrîşê de nûçegîhana ANHA’yê Dilîşan Îbiş jiyana xwe ji dest dabû, nûçegîhan Hogir Mihemed û Rizgar Adanmiş tevî gelek welatiyên sivîl birîndar bûbûn. Hogir Mihemed ê ê demê bi giranî birîndar bû di 18’ê Kanûna 2017’an de li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest daye. Em wekî Înîsiyatifa Rojnamegerên Azad ji hemû xebatkarên ANHA û Stêrk TV û malbata Rizgar Adanmiş re sersaxi dixwazin û em dibêjin cihê Rizgar bihişt be. Em wekî hempîşeyên wî em dê têkşîna wan a ronîkirina rastiyan û heqîqetê berdewam bikin. Em ê rastiyan ji nava taritiyê derxin û ronî bikin."