RIHA - Endamê Dîwana Hevserokatiya KCD'ê Selîm Sadak, diyar kir ku ji bo demokrasî û aştî bigihyêje radeyekê divê teqes tecrîda li ser Ocalan rabe.
Heyeta Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) li Rihayê bi saziyên civakî re hevdîtin kiribû. Endamê Dîwana Hevserokatiya KCD'ê Selîm Sadak jî di heyetê de cih girtibû. Sadak da zanîn ku OHAL'ê bandor li ser Rihayê jî kiriye, ji bo ev rewşa katîk ji holê rabe, divê fikrên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bigijêje gel.
'TEKANE RÊYA AŞTIYÊ RAKIRINA TECRÎDÊ YE'
Sadak destnîşan kir ku tekane rêya demokrasî û çareseriyê rakirina tecrîda li ser Ocaan e û ev tişt got: "Di vê pêvajoyê de tenê bi rêyekê pêşî li pêvajoya çareserî û aştiyê vedibe. Ev jî ew e, divê Birêz Ocalan rola xwe bileyze. Divê şertên wê bên avakirin û xwe bigihîne gelê xwe. Rola Birêz Ocalan a di çareserkirina pirsgirêka kurd de diyar e. Ji ber wê divê tecrîd rabe. Wê demê dê Tirkiye bigihêje demokrasiyê."
Sadak aşkera kir ku neçarin kurdan qebûl bikin û bal kişand ser hewldanên êrîşeke li dijî Kantona Efrînê û ev tişt anî ziman: "Tirkiye di nav hewldanên cidî ên êrîşê de ye. Divê bê pirsîn Efrînê axa Tirkiyeyê dagirkiriye? Tişta girîng ew e divê Tirkiye bi kurdan re diyalogê dayne. Sedî 70'ê sînorê wan bi kurdan ve ye."
Sadak got ku bi kuştin û qetilkirinê dê xwe negihinîn tu derî û da zanîn ku bi vê hişmendiyê biçin dê bi tena serê xwe bimînin.