EDENE - Hadî Elçîçek ê li Girtîgeha Tîpa T a Tarsusê girtî ye, di 7'ê Kanûnê de bi telefonê li malbata xwe geriya û aşkera kir ku îşkeneyê li wan dikin û ev agahî dan: "Me derb dikin û davêjin hucreyê. Di odeyên sungerî de bi ceryanê îşkenceyê li me dikin."
Girtîgeha Tîpa T a Tarsûsê roja ku vebûye heta niha bi îşkence û binpêkirinên mafan qet ji rojevê nakeve, hema her roj agahiyeke îşkeneyê û binpêkirinên mafan der barê girtîgehê de tê. Hat îdia kirin ku di 7'ê Kanûnê de dema hejmar pêk hatiye, li girtiyan dane û ew avêtine odeyên sungerî, bi ceryanê ew îşkence kirine.
Hadî Elçîçek ê li girtîgehê tê girtin, di 16'ê Kanûnê de bi kurê xwe Serkan Elçîçek re bi rêya telefonê axivî û îşkeyên li girtîgehê vegot. Elçîçek aşkera kir ku ji 7'ê Kanûnê vir ve îşkenceyê li girtiyan dikin û tiştên ku bavê wî ji wan re parvekirine wiha vegot: "Bi keyfî li dikevin koxûşa me û lêgerînê dikin. Di dema hejmarê de dixwazin em bikevin rêzê. Dema em vê qebûl nakin, li me didin û me davêjin hucreyê. Piştre yek bi yek me davêjin odeyên sungerî û îşkenceyê li me dikin. Bi ceryanê îşkenceyê li me dikin. Di koxûşê de em 7 kesin û em hemû îşkenceyê dibînin. Divê raya giştî di vê der barê de serwext be."
'ÎŞKENCE BÛYE KAREKÎ RÛTÎN'
Elçîçek destnîşan kir ku bavê wî û hevalên wî di meha Cotmehê de jî îşkence dîtine, ji bo balê bikişînin ser îşkenceyê serî li Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Edeneyê dane. Elçîçek aşkera kir ku îşkenceya li girtîgehê bûye tiştekî rûtîn û wiha pê de çû: "Roja ku ew sewqî girtîgehê kirine heta nihya, îşkenceyê dibînin. Berî demekî îşkence rawestiya bû. Lê di 7'ê Kanûnê de dîsa dest pê kir. Divê ev îşkenceyên li girtîgehan bi dawî bibin."