AMED - Hat aşkerakirin ku Mala Artêşê (Orduevî) ya Amedê ku tê îdiakirin gora Şêx Seîd di baxçeyê wê de ye, dane TURGEV'a ku keç û kurê Serokê AKP'ê Erdogan Bîlal Erdogan û Esra Albayrak di rêveberiya wê de cih digirin.
Hat îdiakirin ku Mala Artêşê ya Amedê ya li Qada Şêx Seîd e û demekê leşker û efser lê diman, dane Weqfa Xizmeta Ji Bo Ciwanan û Perwerdehiyê ya Tirkiyeyê (TURGEV) ku keç û kurê Serokomar Erdogan Bîlal Erdogan û Esra Albayrak di rêveberiya wê de cih digirin. Avahiya navborî di sala 1971'ê de ji aliyê birayên Tatlici ve hatibû çêkirin û wek Tatlici Otel hatibû xebitandin, lê ji sala 1973'yan ve wek Mala Artêşê ya Amedê hat xebitandin. Lê di sala 2013'an de bi hinceta li hemberî erdhejê nikare xwe ragire avahiya 13 qatî hatibû valakirin. Hat hînbûn ku ev avahiya der barê wê de biryara rûxandinê heye, bi beramberiya ku dê di hundurê Fermandariya Baskê Artêşa 7'an de Mala Artêşê ya nû bê çêkirin, dewrî TOKÎ'yê kirin.
TOKÎ'yê ji bo li şûna vê avahiya kevn îhaleya Mala Artêşê ya nû bi 120 milyon TL'yî da. Wê di projeya nû de Eywana Sporê ya Girtî, Avahiya Yekîneyên Muhafizan, Eywana Xwarinê, Avahiya Kafeteryayê, Navenda Tehsînê, Depoya Avê, du Avahiyên Nîzamiyeyê û Qadên Sporê hebin. Hat gotin ku ji bo avahiya kevn a ku der barê wê de biryara rûxandinê heye, projeya zeximkirinê amadekirine û piştî proje bê temamkirin bi mebesta wê yûrt bê çêkirin dê ji TURGEV'ê re bê tehsîskirin.
‘GORA ŞÊX SEÎD DI HEWŞA WÊ DE YE'
Yek jî pêşengê kurdan Şêx Seîdê di sala 1925'an de tevî 47 hevalên xwe li Amedê hatin darvekirin, lê hêj der barê gora wan civaka kurd xwedî tu agahiyan nîne. Herî dawî neviyê Şêx Seîd Şêx Muhammed Saîd Firat gotibû ku gora kalê wî di baxçeyê lojmanên leşkerî yên li hemberî Mala Artêşê de ye.
MA / Lezgin Akdeniz