MANÎSA – Di danişîna doza 57 jê girtî 138 endam û rêveberên HDP’ê ya Manîsayê de 25 kes hatin berdan. Dadgehê der barê 32 kesan de jî biryara berdewama girtinê da.
1’emîn danişîna doza 57 jê girtî, 138 HDP’iyên Manîsa ya li 3’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Manîsayê di roja 8'an de bi dawî bû. Di roja 8'an de heyeta dadgehê der barê 25 kesan de biryara berdanê da. Der barê 32 kesên ku xebatkarê Rojnameya Ozgur Gundem û Azadiya Welat Semîh Elîtaş jî di navde biryara berdewama girtinê da. Dadgehê biryar da ku dosyayê bike 3 kom. 25 kesên di nava 57 kesên girtî de dihatin darizandin 22 mehin girtî dihatin darizandin. Heyeta ku doz li 3 dosyayan belav kir taloqî 4, 11 û 24'ê Nîsana 2018'an kir.