MÛŞ – Nûçegihana me Seda Taşkin, di dema şopandina nûçeyan de li Mûşê hat binçavkirin.
Nûçegihana me Seda Taşkin, dema li Mûşê nûçe dişopandin polîsan jê re got "Der barê te de îxbareke cidî heye" û ew binçav kirin. Di dema binçavkirinê de ser Taşkinê hat sehîkirin û paşê vîdeo û wêneyên di makîneya wê de hatin desteserkirin. Piştî sehîkirin Taşkin hat berdan, lê belê dema çû mala ku lê dima emniyet lê geriya û jê re gotin "divê tu bêyî emniyetê û girtekê îmze bikî." Dema Taşkin ji bo îmze derket û ber bi emniyetê ve diçû li navenda çarşiyê hat binçavkirin. Hat hînbûn ku Taşkin li Muduriyeta Polîsan a Bajêr e.